Rojnameya Ronahî

Ewleyî diruşma Erdogan a bêbingeh

Dilyar Cizîrî
Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ya 15’ê Adara sala 2015’an ji Dera ya li başûrê Sûriyê çirûska wê ronî da, dest bi fen û planan kir. Ji rojên destpêkê ve bi pişgirî û hevkariya hemû welatên NATO, Erebistana Siûdî, Qeter, Urdin û gelek welatên din diruşmên meşan û planên çekdarkirina tevgerê saz kirin. Ji bilî kanalên Tv yên welatên erebî gelek kanalên xeta Birayên Misliman û islama nerm jî vekirin û dest bi propegandayê kirin.
Vê tevgera wan heta radeyeke mezin cih girt û heta astekê projeyên xwe pêk anîn û komên çekdar li seranserî Sûriyê ava kirin. Wê demê dewleta Tirkan hevkariya xwe ya bi desthiladata Bees û malbata Esed re da aliyekî û bi hemû hêza xwe dijberiya gelê Sûriyê kir.
Di vir de gelê Kurd karîbû fersendê bi kar bîne û hêza xwe ya parastinê YPG/YPJ’ê ava bike. Wan herêmên xwe parastin û sîstema xwe ya demokratîk li ser esasê Neteweya Demokratîk ava kirin. Dewleta Tirk bi navê ewleyiya xwe ya neteweyî dest plan û êrişên berfireh ên di hemû aliyan de kir.
Qaşo mijar ewleyiya Netewî bû, lê dewleta Tirkan di demeke kurt de bi dehezaran çeteyên radîkal ên ji hemû aliyên cîhanê derbasî Sûriyê kirin. Her wiha komên cûda cûda ava kirin û wan ji bo dijberî û şerê li dijî gelê Sûriyê xistin dewrê.
Dema komên wan nikarîbûn plana wan pêk bînin, Cebhet El-Nusra di êrişên li dijî Rojava de xistin dewrê. Paşê DAIŞ û komên girêdayî wan danîn ser kar û herêm bi temamî ji wan re berdan. Di dema hêzên cîhanê û di serî de hevkarên sereke yên dewleta Tirk feriq kirin, DAIŞ ewlehiya wan dixe xeterê, di şerê Kobanê de dev ji piştgiriya projeya dewleta Tirk berdan û piştgiriya ezmanî dan YPG/YPJ’ê yên li Kobanê evsaneyên dîrokî di şerê li dijî DAIŞ’ê de xêz dikirin.
Di wir de pêngava têkçûna planên dewleta Tirk êdî bi encam dibû û nakokiyên wan û hevkariyên wan destpê kir. Gelê kurd hîn zêdetir li ser esasê xeta netewa demokratîk, tekoşîna xwe bilind kir û gelên herêmê bi tevahî anîn gel hev. Ev bi avabûna QSD’ê û têkçûyîna DAIŞ’ê li ser erdê li Baxozê bi encam bû.
Dewleta Tirkan û serokê wê Erdogan dema DAIŞ’ê bi sedan kîlometir dirêjahî li ser sînorê Tirkiyê bû û di ser sînorê wan re êrişî Kobanê û herêmên Rojava dikir, bi hemû hêza xwe piştgirî dida çeteyên DAIŞ’ê û bi tu awayî nema behsa ewlehiya xwe ya netewî kir. Dema şervanên YPG/YPJ’ê û paşê QSD’ê herêm ji çeteyan rizgar kirin, careke din ewlhiya netewî ya Erdogan û dewleta wî bû rojeva cîhanê û di bin vê behanê de bi xwe li şûna wêkîlên xwe yên têkçûyî DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra dest bi êrişê kir.
Ev êrişên wan bi hevkariya Rûsiya û Amarîka bû û planên wan bû sedema Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve werin dagirkirin. Paşê Erdogan careke din gotina ewle, lê vê carê behsa herêma ewle û avakirina wê kir. Armanca Erdogan ji herêma Ewle ewe ku çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên ji ber êrişan koçber bûne, di wan herêman de bi cih bike.
Wiha jî armanca Erdogan zindîkirina dewleta DAIŞ’ê û têkbirina ezmûna Rêveberiya Xweser e. Vê jî di bin navê herêma ewle de bikar tîne. Li pişt perdeya ewlehiyê guhertina demografî pêk tîne û planên xwe yên sed salê li ser gelê herêmê feriz bikin.
Lê vê carê diyar e projeyên Erdogan û giringiya wî ya siyasî hêdî hêdî têk diçe û hevkarên wî hewl didin hêdî hêdî helwestê nîşan bidin. Ev bi şerê Rûsya û Ukrayna zêdetir dikeve rojevê. Ev jî wê di rojên pêş de baştir diyar bibe.