Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xulamên Xulama…Êdî Bes e…

29/05/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xulamên Xulama…Êdî Bes e…
Share on FacebookShare on Twitter

Dijwar Ehmed Axa

Alîkê Hesenê Dao zilamekî tiral ji Stilîlê ya herêma Mêrdînê ya bakurê Kurdistanê bû. Bêkar û bêkêr bû, loma dema Ingilîz sala 1920`an, ketin Iraqê, ji bo kar bike û xwe û zarokên xwe xwedî bike Alîko berê da Mûsilê.

Xortekî Stilîlî hebû hê ji Alîko tiraltir bû û bêkar bû. Ji Alîko xwest ku wî jî bi xwe re bibe. Alîko qebûl kir lê bi șertê ku bibe xulamê wî. Welhasil, hê çend gund ji Stilîlê derbas nekiribûn, Tûr avêt milê xort, satilek xist destê wî û berê wî dan nava gundan da ji wan re parsê bike. Bi wî awayî Alîko xwe û zaroyên xwe gihandin Mûsilê. Li wir jî xort ma karê pars bike. Lewra Alîko fêda xwe tê de dît, bi taybetî dema ku dît xelkên Mûsilê bajarvanî ne, xwarina wan paqij û xweș e.

Ji dû xort Alîko xaniyek ji xwe re kirî û rewșa xwe xweș kir. Rojekê zilamekî Stilîlî rastî xort tê û dibîne ku tûrê wî tijî nanê germ û sîtila wî goșt û birinc û tirșik tê da ye. Jê diprse dibêje, tu li vir çi dikî? Xort dibêje, ez li cem mala Alîkê Hesenê Dao me. Zilam jê re dibêje ma Alîko ji te re baș e? Xort bersivê dide, dibêje bi Xwedê xalo Alîko ji min re baş e, lê jina wî Nûrê ne baş e, nahêle ez têr nan bixwim. Zilam jê re dibêje, hey xwelîser ma kê bi destê te girtiye, li qorzîkê rûne û têr bixwe û yê ku ji ber te ma ji wan re bib dîno.

Îca em bên ser rewșa xwe ya niha. Hin ji me Kurdan bûne weke wî xortê Stilîlî, xulamê xulaman in. Rêjima Tirk, Ereb, Faris, xulamên dewletên mezin yên weke Rûsya û Amêrîka ne, yên me jî dibin xulamên wan. Lê ya me ji xulamtiyê wir de çûye. Mînak, karê ku niha li bașûrê Kurdistanê ji milê ve PDK`ê tê kirin asta xulamtiyê derbas kirye û gihiștiye dijminiya gelê Kurd. De ka em bi hev re lê meyze bikin. Kesên ku birayên xwe têxin dorpêçê û dora wan digirin û têxin kemînan digihê kîjan astê? Ma ev ne dijminatî ye? Derveyî wê dema ku tu biçî û bidî pêșiya dijmin û cihê gerîlayan û çeperên wan nîşanî dijminê xwe bikî, ma ev ne dijminatî ye?

Êdî bes e. Bes e xulamtî… Bes e dijminatî… Dijmin bêminet e bila bê qadên șer û wê xwe bibîne, berê jî xwe dît û qehremaniya ku li Avașîn, Metîna, Warxelê, Girê Sor bi çavan dît. Niha jî li Zapê rojane bi dehan leșkerên xwe yên kuștî û birîndar dikșîne.

Divê her kes bikeve wê ferqê, ku tișta çeteyên PDK`ê dikin gihiştiye asta dijminatiyê …

Ey xulamên xulaman bes e …

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.