Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Plana Reva Erdogan

29/05/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Newroza 50’yî ya Tevgera Apoy
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, 24’ê Gulanê di axaftina komcivîna partiya xwe de got; “Erdogan amadekariya revê dike û serweteke mezin derxistiye derveyî welat”

Baş e…Çibû ku Kiliçdaroglu pêdivî pê dît ku daxuyaniyeke bi vî rengî da. Kê cesaret da Kiliçdaroglu? Jixwe ji berê ve dihat zanîn û bi belgeyên WikiLeaks û istixbaratan jî ev dizî û pere derxistina wê ya derve dihat zanîn. Her kesî behsa reva wî dikir. Hin kesan jî behsa cihê reva wî dikir. Behsa Katarê û hin welatên din dikirin.

Lê Erdogan ev demeke dirêj e amadekariya revê dike. Erdogan dixwest berî ku bireve, paqijiya derdora xwe bike. Sûcên kirîn bi belgeyan ji ortê rake û veşêre. Di hiqûq û qanûnan de li gorî parastina xwe hin guhertinan çêbe. Jixwe re li cîhek ewle bi cîh bibe digeriya. Ji bo vê yekê, bi hin dewletên re di nava danûsandinan de bû. Dîsa hin kesayetên xwedîhêz xistbûn dewrê bi bedêlên mezin ji wan alîkarî dixwest.

Dema ev amadekarî dikir, li aliyekî jî di mayîna xwe ya desthilatdarî û Tirkiyê de israr dikir. Ji bo vê yekê pêdiviya wî ji wext re hebû û çeka herî mezin dijminatiya Kurdan bû. Ji bo dijminatiyê jî diviya êrişî tevgera azadiyê bike. Êrişî Kurdên azad bike. Par ceribandibû, êrişî Zap û Avaşîn kiribû. Bi ser neketibû. Li Tirkiyê qeyrana siyasî, aborî û civakî hîn zêde û kûr bûbû. Îsal rabû careke din ceriband û meha Nîsanê êrişên dagirkeriyê da destpêkirin. Ev car bi israr bû. Ev car pir û pir pêdivî hebû. Navê êrişa dagirkeriyê jî “Pençe Kilît” lê kiribû. Lê gerîlayên Kurdistanê darbên mezin lê didan û ew kilîta bi pey ketibû û wek xelasiyê didît, bi dest nexist. Di dewsa encamên ku li bendê bû bibe Enqerê, her roj tabûtên eskeran bire Enqerê.

Di artêşa Tirkan de hin kesan ev niyet û encam ku Erdogan li dû bû bi Kiliçdaroglû re parve kirin. Li ser vê yekê Kiliçdaroglu derbasî pêşberî kamereyan bû û dest bi planên reva Erdogan kir. Ev hemû belge û plan, ji xwe di dest û sandoqa Kiliçdaroglu da ji berê de hebû. Çi bû ku îro ev plan eşkere kir? Wek me li jorê got, yekem sebep, têkçûna wî ya li Zap û Avaşîne bû. Kiliçdaroglu dît ku êdî Erdogan nikare li Tirkiyê bimîne ev yek bi raya giştî re parve kir.

Tiştek din jî ku cesaret da Kemal Kiliçdaroglu mixalefet û eniya demokrasiyê ya ku pêşengtiya wê HDP’ê dikir bû. Bi salan CHP li mixalefetê bû lê tirsek wisa li ser bû nikaribû li dijî desthilata AKP’ê siyasetek ji demokrasiyê re xizmet bike bimeşîne. Ji HDP’ê cesaret girt her wek îksira cesaretê bixwe li ber deriyê SADAT’ê daxuyaniyan dide.

Dewleta Tirkan ya dagirker encam ji Zap û Avaşîn negirt û amadekariyên wî yên revê jî temam nebûne ji bo vê yekê jî dagirkirina Rojavayê Kurdistan cardin anî rojevê. Neyê jibîrkirin dema sala 2015an di hilbijartinên 7ê Hezîranê de bi ser neket, çi kir? Tarîxa hilbijartineke nû, 1’ê Mijdarê destnîşan kir. Çi kir? Şer da destpêkirin. Çi kir? Hetanî roja hilbijartinê 500 însanî jiyana xwe ji dest da. Li ser wan 500 cesedî ji xwe re desthilatdariyeke nû ava kir.

Îro jî dixwaze vê yekê dubare bike, li dijî Rojava şerê dagirkeriyê bide destpêkirin bi vê yekê jî bi ser nekeve. Êdî ne mimkun e ku li Rojava wek berê hespê xwe bibezîne. Eger ji vê derê jî destvala vegere wê SADAT bixe dewrê, hetanî hilbijartinan xwînê birijîne û wek sala 2015’an li ser 500 cesedî desthilatdariyeke nû bi dest bixe. Lê êdî wek 2015’an wê hêsan nebe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.