Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK’ê şehîd Kasim Engîn bîr anî

27/05/2022
in NÛÇE
A A
PKK’ê şehîd Kasim Engîn bîr anî
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan

Komîteya Rêveber ya PKK’ê endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn di salvegera şehadeta wî de bîr anî û got “Di têkoşîna lehengiyê de em xwedî li bîranîna hevrê Kasim Engîn û şehîdan derdikevin.”

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Komîteya Rêveber a PKK’ê endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn ku 27’ê Gulana 2020’an şehîd bû, bi daxuyaniyeke nivîskî bîr anî.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê hevrêyê me Kasim Engîn ku di 27’ê Gulana 2020’î de ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve hate qetilkirin, di salvegera duyemîn a şehadeta wî de bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em soza xwe careke din dubare dikin ku armanca wî bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wî derkevin. Di sala sêyemîn a şehadeta wî de em dibêjin ku weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd em ê li ser şopa Kasim Engîn û şehîdên leheng hemûyan li ber xwe bidin û serketinên mezin bi dest bixin.

Eşkere ye ku hevrêyê me Kasim Engîn jî yek ji şehîdên mezin ên meha me ya şehîdan meha Gulanê ye. Ev karwanê şehîdan ku 18’ê Gulana 1977’an li Dîlokê bi qetilkirina hevrê Hakî Karer destpê kir, îro di nava berxwedana me ya azadiyê ya dîrokî de ku di serî de li Zap û Avaşînê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tê meşandin, bi şehîdên me yên leheng dewam dike. Bi vê wesîleyê em berxwedana azadiyê ya dîrokî ku gerîlayên me yên leheng û gelê me li ser xeta Rêbertî û Şehîdan dimeşînin silav dikin, şehîdên leheng ên vê berxwedanê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.

Weke ku tê zanîn hevrê Kasim Engîn li navçeya Pazarcixê ya rojavayê Kurdistanê ji dayik bû ku dewleta Tirk a mêtinger-qirker herî zû li vê herêmê dest bi qirkirinê kir. Li Ewropayê mezin bû û kesayetekî Kurd ê karker û hilberîner bû. Di temenê ciwantiyê de têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê nas kir û li Ewropayê li her qadê tev li karên şoreşgerî bû, wezîfe kir. Piştî ku rastiya Rêber Apo û PKK’ê bi kûrahî fêhm kir, dest ji jiyana Ewropayê berda û berê xwe da Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû. Welatparêziya Kurd a li kûrahiya ruh û hestên xwe, wêrekiya mezin a kesayetiya xwe, fedakarî û dilxwaziya xwe ya azadiyê kir ku zû xwe bigihîne rastiya PKK’ê û gerîla.

‘Bû ji pêşengê gelê kurd’

Hevrê Kasim Engîn piştî du perwedeyên Rêbertî, li xeta Amanos-Toros û Botan û Başûr tev li nava şerê gerîla bû. Di nava gerîla de her wezîfe û berpirsyarî bi rengekî serketî bi cih anî. Her wiha di serî de propaganda û ajîtasyon, tevlî her karê şoreşgerî bû. Li her cih û wezîfeya ku pêwîstiya karên partiya me pê hebû ew li wir bû. Demeke dirêj karên propaganda û ajîtasyonê yên partiya me koordîne kir. Bi jîr û jêhatîbûna xwe, bi enerjiya bê dawî, hilberînerî û kesayetiya xwe ya çalak gelek kar bi hev re meşand û bi ser xist. Bi kesayetiya xwe ya pozîtîf ku mîna sûlavekê geş bû, kelecana wî ya mezin, girîngiya ku dida çand û zimanê Kurdî, bi fedakarî û nêzîkatiyên xwe yên hesas û bi pîvan, her tim ji hevrêyên xwe re bû mînak û di dilê wan de cih girt. Li ser vê bingehê jiyana xwe da têkoşîna azadiyê û bû hevrêyê Rêber Apo, bû ji pêşengê gelê Kurd.

Em bi têkoşîneke bi vî regnî xwedî li hevrê Kasim Engîn û şehîdên leheng hemûyan derdikevin, bîranîna wan di têkoşîneke bi vî rengî lehengiyê de didin jiyîn. Li ser vê bingehê hevrê Kasim Engîn û di şexsê wî de jî şehîdên me yên leheng careke din bi rêz û minet bi bîr tînin; di serî de hêzên me yên partiyê û gerîla bang li gelê me, dostên me, jin û ciwanan dikin ku têkoşîna ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û têkoşîna hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê li her qadê bilindtir bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.