Navena Nûçeyan
Kongreya Star şaxê kantona Qamişlo, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îro saet 10`an bi dirûşma `Na Ji Tecrîdê Re Erê Ji Azadiyaê re` meşek li dar xist.
Meş ji çerxeriya Siyahî dest pê kir, heta ber deriyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi slogana `Bê serok jiyan nabe, azadî azadî ji rêberê neteweyî re` dewam kir. Pişt re ji Rêveberiya Kongreya Star şaxê kantona Qamişlo Şeha Xelîl axivî.
Şeha Xelîl destpêkê li ser navê tevayiya jinan berxwedana Îmralî silav kir û tecrîda li ser rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Em wek jinên bakur û rojhilatê Sûriyê dibêjin çareseriya pirsgirêkên heyîn wê bi fikir û felsefeya Rêbertiyê çareser bibin. Ji bo wê banga me ji dewlet û hêzên navneteweyî re ew e ku, zextê li dewleta tirkî bikin ku di dimeke kurt de tecrîdê li ser rêbertiya me rake. Lewra yê ku mafê me ji hêzên serdest diparêze, rêbertiyê ye.”
Di dawiya meşê de Kongreya Star şaxê kantona Qamişlo ji bo rakirina atecrîdê, nameyek radestî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî kir.








