Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KT, Finlandiya û Swêdê çima veto dike?

25/05/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya meha Gulanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Dewleta Tirkan, li gorî destûra NATOyê, dikare ketina dewletê nepejirîne (veto bike). Di heman çarçovê de mafê Tirkiyê heye ku dewleta Finlandiya û ya Swêdê veto bike.

Lê, mijara sereke û girîng ne ev e. Ya girîng ew e ku bi çi armancê, ewqas bi awirê tal û bi dengê bilind diqîre?

Erê, siyaset û helwestên van dewletan jî, giring e û bi taybetî dîtin û danistandinê wan ên bi gelê Kurdistanê re, desthilatiya AKP-MHP’ê hêrs dixe. Lê, armanca bingehîn a ji vê hêrsê û qîrînê, ji bo xwe mafdar û mexdûr nîşan bide, ji raya giştî re, her wiha bi vê şêwazê, ji van alozî, şer û pevçûnên cîhanê sûdê bistîne.

Jixwe, şerê Ukraynayê li ber çavan e û bi giranî pêşbînî ew e ku hinek dewletên hegemon ên cîhanî naxwazin ev şer raweste, berovajî vê, ji bo şer gurrtir û berfirehtir bibe, hewl didin.

Bêgûman, bandora vî şerî û aloziyê ya li ser Tirkiyeyê bi piralî ye; siyasî, aborî, cografî û hwd. li ser hemû aliyên civakî û bi taybetî jî, li ser siyaseta derve.

Aliyê ku bi piranî gelê Kurdistanê têkildar dike, li Rojava û Sûriyeyê, ji nuha û pê ve, siyaset û helwestên DYA û Rûsyayê wê çawa bin?

Di vî şerê cîhanî de, helbet li gel her du dewletên giregir ên hegemon, hemû dewletên din jî, ew ê bixwazin hevalbendên xwe pirtir bikin, ji ber ku bi taybetî rewşa şer û aloziyên heyî yên li Sûriyê û Rojava, ew ê bandorê li ser siyaseta hemû dewletan bikin.

Her çendîn dewleta dagirker a Tirk, heta qirikê ketiye nava şer jî, lê piştî guhertinên nuh ên bi şerê Ukraynayê re, êdî ji naçarî rengê xwe li gel DYA û NATOyê eşkeretir dike. Helbet ev guhertinên nuh, li ser têkiliyên KT û Rûsyayê wê bibin sedemên peşkeftinên neyînî. Dijberiyên KT û Îranê jî gûr dibin.

Li Sûriyeyê, ji bo siyaset û serweriya xwe bi xurtî mayinde bihêle, di destê Rûsyayê de, rêya herî berbiçav; pêkanîna lihevhatina navbêna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Şamê ye.

Wisa diyar e, Dewleta Tirk van guhertinan dibîne û lez daye êrîşên xwe yên dagirkeriyê. Ew gotinên, ji bo bicihkirina milyonek penaberên Suriyeyê li Rojava û bilezxistina avakirina xaniyan a rojevê, ji ber van sedem û pêşketinan e.

Helbet DYA û NATO jî, destekê didin vê siyaseta qirker û hewldanên lezgîn ên Dewleta Tirk.

Li goreyî tê xuyakirin, rikberî û rakêşiya navbera Rûsya û DYA-NATOyê, wê gelek dijwartır bibin.

Dewlete Tirk a mêtinger jî, wê zûtirîn wextê bixwazê û hewl bide ji vê tevliheviyê bi qezenc derkeve. Lê naxêr,  nagihêje vî miradê xwe. Ji ber ku her çendîn dostên wê yên navdewletî xurt dibin, neyarên wê jî him li hundur him li derve pirtir dibin.

Ji ber talan, wêran û lêdana hundur, hema hema ew aqûbeta desthilatiya Sri Lankayê ne dûrî desthilatiya malbata R.T.Erdogan e.

Her wiha ji ber siyaseta nijadperest û xwînrij, hema hema ew aqûbeta Kembera Ereban a li Rojavayê, wê were serê siyaset û projeya Kembera Tirkan û desthilatiya AKP-MHP’ê.

Ew çendîn bêjin „em, ji bo ku Finlandiya û Swêdê alikariya terorizmê dikin, lewma em ketina wan a NATOyê napejirînin“, dîsa ew nikare baweriyê bide ti kesan û ew dijberiya wan jî derew e û DYA bêje çi, wê dike. Êdî raya giştî bi giranî pê hesiyaye ku Komara Tirkiyê, ne tenê alikariya têrorizmê dike, ew bixwe terorizma dewletê dide meşandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.