Farûk Sakik
Di sala 2021’ê de dewleta Tirkan ya dagîrker êrişî Girê Sor kir. Di Tunêlên Şer de 10 gerîla 83 rojan bi berxwedaneke mezin li hemberî dijmin şer kirin. Dema dijmin encam negirt gaza kîmyayî bi kar anî û 7 gerîla şehîd bûn.
3 gerîlayên sax filitîbûn nedixwestin 7 cenazeyê hevalên xwe li wê derê bihêlin û derkevin. Wiha digotin; “Hevalên me şehîd ketine, em ê çawa şehîdan li pey xwe bihêlin û biçin, em nikarin şikeftê berdin.” Û ev gotin bi dehan, bi sedan caran dubare dikirin. Di dawiyê de, piştî gelek hewldanan ew gihîştibûn biryarê. Her çend ev biryareke zor û giran bû jî, tenê ji bo xatirê tiştên ku di tunêlan de qewimîne bên zanîn be jî, biryara derketina ji tunêlan hatibû standin.
Pîrozbûna têgeha şehîd li vê derê dertê holê. Çi bû ku ev 3 kes ji bo cenazeyê xwe li wê derê li erdê nehêlin cane xwe feda dikirin. Ev çi rih e? nayê tarîfkirin. Ev rihê hevaltiyê ku di nava PKK’ê de hatî afirandin e. Hevaltî wiha ye…Ewilî heval, piştre ez…Tevgerek bi vî rengî. Di bîranînê gerîlayan de em gelek caran bûne şahid ku di şer de ji bo parastina hevalên xwe xwe dane pêş û şehîd bûne. Ev mînak bi sedan caran di şerê gerîlatiyê de pêk hatiye.
Di nav kurdan de jî peyva şehîd-pakrewan-cangorî peyvek pîroz e.
Cangorî, ew kes e ku; derb xwarine, lê neketine. Ya ew kes e ku; tevî bedena xwe ya di xwînê de mayî, her li ber xwe dane û bê westan ber bi rojê ve meşiyane.
Cangorî, ew kesên bi zanîn, bawerî û îradeya xwe tirs xistine dilê dijminê gel.
Cangorî, ew kesên bi şeref û kerameta xwe, di şer de ne kirine hewar, situyê xwe li ber dijmin xwar nekirine.
Cangorî, ew kesên bi serbilindî têkoşîna xwe meşandine, yên bi gotina; “gelên me, rêheval û dostên me” xatir ji vê jînê xwestine û li sifra rojê rûniştine.
Dema di şerde kesek şehîd dibû kesek din dihat nav û çeka wî digirt. Dîsa Rêber Apo ji bo şehîdan digot “ew rêberê me yê manewî ne”
Di sala 1977an de dema ku Hakî Karer li Dîlokê şehîd bû tola wî bi damezirandina PKK’ê hat girtin. Sal derbasbûn PKK’ê meha gulanê wek meha şehîdan îlan kirin.
Çima ev meh? Ji bo ku meha gulanê, xelekek sor, xelekek bi xwîn e.
Bi xwîn e, meha gulanê…
Meha bi sor a xwînê reng daye…
Di vê mehê de berxwedan û qetlîam hatine jiyîn.
Meha gulanê ew dem e ku, têkoşîna şoreşê li hemberî dij-şoreşê, tevî qetlîaman bi berxwedaneke dijwar jiyaye.
*
Piştî şahadetê pîrozbûna wan a li goristanan dest pê dike. Li goristanan çîroka her mezelî cûda bû lê maneviyata wan yek bû. Mezel; dîrok bû…. Mezel; cihê şînê û hêrsê bû.. Mezel; bîr û paşeroj bû…
Desthilatdaran jî dizanibûn ku goristan dîroka têkoşînê ye. Dizanibûn van mezelan rihê berxwedanên mezin diafirinin.
Dewleta Tirk dixwest ew pira di navbera dîrokê û îro de hatî avakirin qût bikin. Dixwest pêşî li şîna wan bigire. Dixwest hîsê wanê li van navenda bilind dibin, qût bike. Û wisa jî kir. Êrişî goristanan kir.
Dive li hember van kiryarên dijmin xwedî derketinek mezin a van mezelan hebin. Dive cangoriyên bin wî axê hîsbikin ku têkoşîna wan dayî vala neçûye dive hîsbikin çek û nave wan li erdê nemaye.
Ew kesên ji bo parastina Kurdistan şer kirine, têkoşiyane û şehîd bûne, dive ne bi tenê di salvegera şahadetê wan de werin bibîranîn. Her tim di bîr û bawerya me de bin.






