Zekî Bedran
Swêd û Fînlandiya ji bo endamtiya NATO serlêdan kirin. Ev geşedanên bilez bi êrişa Rûsya ya ser Ukrayna ketin rojevê. Berî şerê Ukrayna ihtimaleke wiha nedihat bîra ti kesî. Lewre bêalîbûna welatên weke Fînlandiya bûbû nasnameya wan ya siyasî. Serlêdana van her du welatan ya ji bo ketina NATO guherîneke girîng e.
Hevsengiyên heyîn bi şerê cîhanê yê 2. şekil girtibûn. Piştî roxîna Sovyetan Dinyaya Rojava ket tevgerê. Yugoslavya bi awayekî bixwîn hat parçekirin. Dewletên ji navê derketîn xwestin tevlî sîstema Ewropa bikin. Hin ji wan xistin NATO. Herî dawî li Ukrayna ev senaryo derket. Rûsya hinekî xwe bi ser hev ve dabû û baweriya wê pê hatibû. Pûtîn ket nava hewldaneke ti kes ne li bendê bû û artêşa xwe xist Ukrayna. Vê rewşê Ewropa tirsand. Bi qasî ku Amerîka jî texmîn nedikir, Ewropa xwe da tenişta Amerîka. Şer bû şerê Amerîka, NATO û Rûsya.
Rûsya xistin nava dorpêçeke giran ya siyasî û aborî. Alîkariya çekan dan Ukrayna. Ji ber wê Rûsya ket zorê. Amerîka û Ewropa ji vê rewşê sûd girtin Swêd û Fînlandiya xistin hereketê. Eger Rûsya li Ukrayna bilez encam bigirta hewldaneke wisa çênedibû. Ketina Swid û Fînlandiya bilez ket rojevê.
Gelo ma pirsgirêkeke Swêd û Fînlandiya ya ewleyiyê û gefek li ser wan hebê? Na tinebû. Ne dema Sovyetan ne jî piştî hingê êriş û gefa Rûsya li ser wan tinebû. Rewşa van her duwelatan ya ewleyiyê ji ya endamên NATO baştir bû. Faydeya wan digihat ewleyiya welatên Ewropa yên din û Rûsya jî. Weke din ji mesrefa leşkerî rizgar bûbûn. Dewlemend bûbûn xweşiya wan di asta herî bilind de bû. Niha wê bi baregehên leşkerî bên dagirtin, mesrefa leşkerî zêde bibe di ser de wê di eniya pêş de bin. Endamtiya wan ya NATO wê rewşa wan ya ewleyî û xweşiyê zêde neke.
Ev guhertina li Ewropa û NATO wê li seranserê dinyayê geşedanan bi xwe re bîne. Wê dengeyên nû yên siyasî û leşkerî çêbin. Wê pêşbaziya biçekbûnê bileztir bibe. Wê Amerîka û Ewropa li hemberî Rûsya û Çînê dorpêçê pirtir bikin. Wê bandora vê li seranserê dinyayê bibe.
Di rewşeke wiha de Tirkiye çi dike? Bi dijminiya Kurdan re mijûl dibe. Mijara wê ya destpêkê temamkirina qirkirina Kurdan e û dixwaze dinyayê jî tevlî vî sûcî bike. Erdogan sûd ji vê girt û got, Swêd û Fînlandiya desteka terorê dikin. Kurd li van welatan hespên xwe dibezînin. Kesên em ji wan dixwazin teslîmî me nakin. Ji ber wê em ketina wan ya nava NATO qebûl nakin. Fînlandiya û Swêd li kû, Kurd li kû? Weke din jixwe bi salan e Swêdê PKK xistiye lîsteya terorê. Ji ezmanan kevir bikeve wê Erdogan bibe li serê Kurdan bixe. Çavkaniyên Tirkiyê di vî şerî de xerc kirin. Destkeftiyên demokratîk ji holê rakirin. Hewaya siyasî bi jehir kir. Nijadperestî û dijminî pir xurt kir. Başûrê Kurdistanê bi salan e tê dagîrkirin û bombekirin. Heman felaketê li Sûriyê bi taybetî tîne serê Kurdan. Li deverên weke Efrîn û Serê Kaniyê yên dagîrkirî qirkirina etnîkî kir. Niha jî dixwaze herêmên mayîn dagîr bike û Rojava bi tevayî ji Kurdan vala bike.
Erdogan demekê digot emê bikevin YE. Ji bo wê, wê pîvanên Kopenhag pêk bianiyan. Niha tersê wê dike. Çawa li Tirkiyê demokrasî tine kir û rejimeke faşîst û otorîter ava kir, niha dixebite vê li Ewropa jî belav bike. Li şûna pîvanên Kopengah pîvanên Enqere bi ser Swêd û Fînlandiya de disepîne.
Ne mûmkin e, Erdogan nikare pêşiya endamtiya Swêd û Fînlandiya ya NATO bigire. Lewre hêzeke wî ya wisa nîne. Sirf dixwaze ji bêhelwestiya Amerîka û Ewropa sûdê bigire, li ser desthilatiyê bimîne û ji bo dijminayiya Kurdan qada xwe ya tevgerê fireh bike. Hemû ev e. Wê Amerîka û Ewropa biryarê bidin ku Swêd û Fînlandiya bikevin NATO û Tirkiye jî bêje na. Wê kî bawer bike û cidî bigire?






