Meclisa Malbatên Şehîdan û bi sedan şêniyên kantona Kobanê sersaxî dan malbatên şehîdên HPG`ê yên di êrişên bi çekên kîmyayî yên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûyîn.
Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, bi sedan şêniyên kantona Kobanê berê xwe da gundê Merzea Besrawî yê li başûrê Kobanê û sersaxî da malbata şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Berî Derwîş (Demhat Derwîş) ku di êrişên bi çekên kîmyewî yên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim, siyasetmedar û endamên rêveber ên saziyên sivîl tev li merasîma sersaxiyê bûn.
Di merasîmê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Silêman Silêman axivî û behsa taybetmendiyên şehîd Demhat Derwîş kir û got ew xwedî kesayeteke pêşeng û têkoşer bû.
Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Nayle Mezê (Denîz Reş) a ji gundê Buxazê yê başûrê Kobanê.
Di bin konê sersaxiyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û diyar kir ku divê gelê Kurd şopdarên rêya şehîdan bin.
HPG`ê di 21`ê Gulanê de nasnameyên 8 şehîdan eşkere kirin ku di êrişên bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve yên li dijî qada Çiyareş a herêma Zap li çiyayên Kurdistanê de şehîd bûne. Di nav de şehîd Demhat Derwîş û Denîz Reş jî hene.
ANHA






