Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HDP: Emê hesabê sûcên windakirinê bipirsin

23/05/2022
in NÛÇE
A A
HDP: Emê hesabê sûcên windakirinê bipirsin
Share on FacebookShare on Twitter

HDP’ê bi pêmana “Hefteya têkoşîna nav netewewyî ya li dijî windakirina di nezaretxaneyan de” daxuyaniyek da û got, dewletê rûyê xwe yê kujer li pişt pîvanên usûlê yên erzan veşartiye.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede daxuyaniyek weşand û got, “Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Nezaretxaneyê de ya Navneteweyî, ji bo li aqûbeta wan kesan bê pirsîn, ku di encama polîtîkayên şerê qirêj ê desthilatdarên faşîst û despot de li nezaretxaneyan hatin windakirin, ji bo xwedîderketina li bîranîna wan û hesabpirsîna ji berpirsyaran, hefteyeke çalakiyan e.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Ji dema windakirinan û vir ve dewletê lêpirsîneke xurt li ser windakirina bi zorê nemeşand, dosyayên dozê jî bêxwedî hatin hiştin. Mixabin gelek dosya, ji ber ku dem di ser wan re derbas bûne, hatine girtin. Lê belê di sûcên dijî mirovahiyê de pîvana ‘derbasbûna demê di ser re’ nîne. Dewletê rûyê xwe yê kujer li pişt pîvanên ûsûlê yên erzan veşartiye. Jiyana yên hatine windakirin û hêviya malbatên wan jî li naverastê hatine hiştin.”

‘Berpirsiyarê sereke yê van windakirinan hikûmetên tirsonek in’

Dede diyar kir ku li hemberî vê tabloya tarî, Komeleya Mafê Mirovan, mirovên şemiyê, xizmên girtiyan kêliyekê jî be xwe ji têkoşînê venegirtin û wiha dewam kir : “Bi lêgerîna li heqîqetê û windayan, polîtîkayên desthiladaran eşkere kirin û tarîtî ronî kirin. Xizmên windayan ên ku havîn û zivistanê, di nava germê û sermayê de ji lêgerîna xwe ya edaletê gav paş de neavêtin, îro jî lêgerîna xwe ya edeletê didomînin. Berpirsiyarê sereke yê van hemûyan ew hikûmetên tirsonek in ku nikarin bi rabirdûya xwe re rû bi rû bimînin. Em bang li hemû berbirsiyaran dikin ku arşîvan vekin, komîsyonan ava bikin û bi rengekî rast rû bi rû bin. Ger nebe ew ê ne windahiyên dawî bin û demokrasiya welat û hêviya jiyanekî wekhev û bi hev re çavê di tarîtiyê de bigre. Em soz didin em ê hesap ji hemû sûcên windakirinê yên ku bi qirkirina Ermeniyan dest pê kir û di Terteleya Dersimê û salên reş ên salên 90’î de bênavber dewam kir, bipirsin.”

Çavkanî: ANF            

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.