Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

NY sîwan e yan rêvebera qirkirin û jînosîdê ye?

23/05/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dizên mirîşkên Efrînê û wantirên Zap û Avaşîn, yek in
Share on FacebookShare on Twitter

Fener…

Idrîs Henan

Qirkirina etnîkî; li gorî pênaseya giştî ya serdest, bi rêbaza şidet û zorê, tirsandin û çewsandinê, valakirina herêmeke cografîk, kuştinn û sirgûnkirina pêkhateyeke nijadî yan olî ye. Di heman demê de peydakirina qadeke cografîk a etnîkên homojen e. Ev rêbaz tenê li dijî hebûna fîzîkî ya civakan pêk nayê. Lê belê li dijî hemû nirx û baweriyên wê civakê ye ku ji cewherê taybetmendî û serxwebûna xwe dûr bikeve. Têkbirina ol, ziman, gerdiş û baweriyên hişmendî ye.

Jînosîd; li gorî madeya sêyem a peymana 1948’an a rêgirtina li ber sûcên jînosîdê; sûcên ku bi mebesta tunekirina giştî yan parçeyî li dijî komeke etnîkî, netewek, nijad û olekê pêk tên. Li gorî xalên vê peymanê ku NY qebûl kiriye û ji salên 1951’an û vir de pê kar dike, qedexekirina anîna zarokan jî sûcekî jînosîdê ye!

Ger avakirina “niştegihên” mêtingeriyê û dirustkirina dagirkeriyê ne jînosîd û qirkirina etnîkî bin, wê demê; li gorî Peymana 1948’an a ku NY ji bo pênaseyên xwe esas girtiye, tişta li Efrîn û deverên dîtir ên di bin siya dagirkeriya Tirkiyê de rû dide, çi nav lê dibe? ji kerema xwe NY û dûvik-mûvikên wê dikarin navekî li wan kiryaran bikin û dilê vî gelî vehesînin?

Wezîrê karê hundirîn ê Tirkiyê Soylu, meha Nîsanê, qala wê kiribû ku welatê wî li ser projeya vegera penaberên Sûriyê bo bakurê Sûriyê, bi alîkariya hinek welatan “navên wan negot” dixebite! Her wiha Soylo got ku; ew plan dikin bi qasî 250 hezar malan li bakur Sûriyê ava bikin û qaşo, derfeta vegera bi dilxwazî li pêş penaberan vekin!

Tirkiyê li herêmên di bin dagirkeriya wê û komên çete de ne; li gorî Syolo; amadekariya 13 projeyan kiriye di nav de 250 hezar mal hene, ew niştegihên behsa mijarê jî wê li Serê Kaniyê, Girê Spî, Cerablus, Bab û Efrînê bên avakirin. Wê ev projeya “xêrê” jî ji aliyê rêxistinên xêrxaz ên navneteweyî û hinek welatên kendavê yên weke Qatar û Kiwêtê ve, bên fînansekirin. Li gor wezîrê Tirk ku li şaredariya Amedê diziyê dike; penaberên Sûriyê dikarin ji 5 heya 10 salan sûdê ji van malan wergirin.

Tirkiyê ji bo ku gelên Sûriyê yên li wir dimînin, tûşî wan mêtingeriyan bike, rêbaza zorê û şîdeta herî xirab li ser penaberan dimeşîne ku binçav dike û bi zorê dersînor dike! Tevî ku belgeyên xwe yên fermî jî hene, lê ji bo ku vê projeya xwe jiyanî bike, wan bi zorê diqewitîne û tîne bakurê Sûriyê.

Li gorî wê peymana me li jor qalê kiriye ku NY jî erê kiriye; eger qedexekirina anîna zarokan jînosîd tê hesibandin, wê demê Tirkiyê bi van proje û mêtingeriyên ku li herêmên derveyî sînorên xwe ava dike, çi pûşî pehin dike? Ev ne qirkirin û ne jî jînosîd be, ey NY çi tê hesibandin?

Li gorî hinek jêderên çeteyan, ku ew jî şirîkê kiryarên faşîzma Tirk in; ta ku penaberên Sûriyê dehfî wan niştegehên mêtingeriyê bikin, hinek awantajan didinê. Wê xaniyek tevî hemû pêwîstiyan bidinê. Kîmlika wan namire û her penaberek dikare salê çara caran serdana Tirkiyê bike. Ji bo xwendinê jî, wê zarokên wan wek ku li Tirkiyê ne bi ziman û metiryalên Tirkî bixwînin. Wê projeyên wan ên taybet jî fînanse bike û pereyan lê belav bike

Ev li gorî saziya sîwan a ku li ser van kiryaran dinixumîne û navên li gorî pîvanên xwe lêdike, NY û saziyê girêdayî wê û kesên tê de xwedî bandor û hêz, ne qirkirina etnîkî û ne jî jînosîd be, wê wextê kî şirîkê kê ye û kî van projeyan bi rê ve dibe gelo?

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.