Rojnameya Ronahî

Hewldana qirkirinê dewam dike

Zekî Bedran

Dewleta tirkî li seranserê Kurdistanê êrişên tinekirina destkeftiyan didomîne. Di bingehê tinekirina van destkeftiyan de temamkirina qirkirina Kurdan heye. Ji ber ku di stratejiya yek milet, yek dewletê de ti guhertin çênebûne, ka gelên din çawa tine kirine dixwaze Kurdan jî tine bike.

Erdoganê faşîst pêwîst nabîne ku vê stratejiya qirkirinê veşêre. Ji ber nebûna destek û itîfaqên Kurdan yên navneteweyî pir bêperwa ye. Dibêje, çawa be ez endamê NATO me, Amarîka û Ewropa pişta min digirin. Di pratîkê de jî wisa çêbû. Sed sal in li ser Kurdan qirkirin dibe, bişaftineke hişk heye. Ji dinyaya Rojava deng dernakeve. Piştgiriya tevayiya sûcên wê dike. Weke din PKK`ê û Kurdên berxwedêr terorîst nîşan dide.

Dewleta tirkî jî vê bi kar tîne. Rojava dagîr dike, dibêje ez korîdora terorê asteng dikim. Ciyên ji wan re dibêje korîdora terorê herêmên Kurdan yên di nava sînorên Sûriyê de ne. Kurdan ji ciyê wan derdixe li şûna wan Ereban û çeteyên xwe bi cî dike. Ewropa jî dike şirîkê vî sûcî. Dibêje yan hûnê çavê xwe ji min re bigirin piştgiriya min bikin, yan ezê van koçberan bi ser we de bişînim. Ewropa jî bê pransîb e û li gorî berjewendiyên xwe tev digere. Dibêje koçberan bi ser min de neşîne tu çi dikî bike.

Erdogan dibêje em biryara Amerîka ya sivikkirina ambargoya li ser bakur-rojhilatê Sûriyê qebûl nakin û kî çi dibêje bila bêje tişta me li Iraqê kirî emê li Sûriyê jî bikin. Weke din dibêje, emê 500 hezar koçberan li herêmên di binê destê xwe de bi cî bikin. Dibêje ji bo piştgiriya pereyan em bi saziyên navneteweyî re gihatine pêvajoya dawî. Ango wê herêmên dagîrkirî ji xwediyên wan paqij bike kesin din bi cî bike, li erdê Sûriyê hespê xwe bibezîne û pereyên wê jî ji hêzên derve bistîne. Tişta li Iraqê kirî çi ye? Bêguman êrişên bêsînor, dagîrkerî û avakirina baregehan e. Qadeke fireh bêmirov dihêle. Ji dinyayê bertekekê nabîne. Erêkirin û piştgiriya Amerîka û Ewropa distîne.

Erdogan dagîrkirina korîdora kurdî venaşêre. Ev niyeta xwe li ser nexşeyê li NY anîbû ziman. Vê planê gavbigav pêk tîne. Biryara Amerîka ya sivikkirina ambargoyê ji ber sedemên mirovî dike egera dagîrkeriyeke nû. Ku niyet dagîrkirin be peydakirina behaneyan hêsan e. Dibêje, ezê Kurdan tine bikim bila ti kes li pêşiya min nebe kelem.

Li bakur-rojhilatê Sûriyê bi milyonan mirov dijîn. Gel di nava xizaniyeke mezin de ye. Çawa ku li van herêman mirov tinebin, dixwaze têgihiştina sirf `terorîst` hene biafirîne. Di propaganda reş û derewan de faşîzma tirkî pir bitecrûbe û mahir e. Her roj nûçeyên 10-20 kesên dixwestin derbasî sînorê me bibin yan jî çalakiyan bikin hatin bêbandorkirin, diavêjin ajansan. Ma ev komên amadekariya çalakiyan dikin pez e ku her roj kom kom xwe bide kuştin? Van nûçeyên derew bi zanebûn bi navê wezaretê belav dikin. Niyeta wan xirab e. Dixwazin ji dinyayê re nîşan bidin ku sînorê wan di binê tehdîdê de ye. Ji ber wê ji bo rewakirina dagîrkirinê vê propagandayê dikin.

Ew kesê li serê MÎT`ê gotibû, afirandina egera şerê li heberî Sûriyê pir hêsan e, emê çend kesan bişînin wî milê sînor, çend fûzeyan bidin avêtin. Tişta niha dibe ji wê ne cuda ye. Çawa me gotî niyeta wan paqijkirina Rojava ji Kurdan e û ji bo belavkirina dagîrkeriyê li Sûriyê amadekariyê dikin. Afirandina behaneyan jî ji bo wan pir hêsan e.

Niyeta Tirkên faşîst eşkere ye. Êdî planeke neyê fêmkirin nemaye. Heta li NY jî ev eşeke kirin. Edogan jî tehdîdên xwe her tim dubare dike. Ji bo wê bi taybetî gelê Kur û hêz û saziyên birêxistinkirî yên bi navê Kurdan hereket dikin, divê bi ruhê seferberiyeke rast bikevin tevgerê. Divê rayagiştî ya dinyayê agahdar bikin û pêşiya van planên tarî bigirin.

Divê baweriya me hêza rastiyê hebe. Rejima zordarî û derewan ne mayînde ye. Yên xwedîheqerk û mafê wan yê berxwedanê heye.