Komxebata “Şêwira Jinên Kurd ya Rojava” ya bi pêşengtiya Kongreya Star bi tevlîbûna 50 delegeyên jinên ji rêxistin û partiyên siyasî li dijî êrîş û dagîrkeriya dewleta tirkî hat lidarxistin, bi encamên girîng bi dawî bû.
Li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk Kongerya Star Komcivînek bi navê “Şêwira Jinên Kurd li Rojava” li darxist. Armanca vê şêwirê ew e ku jina kurd rol û helwesta xwe li hember dagirkeriya li ser Kurdistanê bîne ziman. Piştî rojeke tijî nirxandin û nîqaşên girîng li ser guhertin û pêşketinên siyasî, her wiha helwesta jinan li hember hemû rêbazên qirker li ser civaka kurd şêwira û civîn bi biryarên girîng hate bidawî kirin. Daxuyaniya bidawîbûnê ji aliyê Endama Komîteya Diblomasî ya Kongreya Star Bencewîn Elî ve hate xwendin.
helwesteke hevbeş:
- Helwesta netewî li hemberî dagirkeriyê pêwist dike zelal bibe û têkoşîna li dijî dagirkeriyê li ser axa Kurdistanê erkeke netewî ye û jin pêşenga vê erkê ne. Di heman demê de xwedîderketina li berxwedana şervanên Tevgera azadiyê li dijî dagirkeriyê erkeke netewî ye.
- Hevkariya bi hêzên dijminên Gelê Kurd re xetê me yê sor e û bi tu awayî nayê qebûl kirin, divê li dijî vê yekê helwestek xurt û bi bandor were pêşxistin.
- Weke jinên Kurd pêwiste em hêza xwe ya siyasî û partî li derve kom bikin da em bikaribin mûdaxeleyên bi bandor li ser rewşa siyasî li Kurdistanê bikin, her wiha xebatên jinan di asta netewî de xurt bikin.
- Divê di asta Rojava de jî xebatên ji bo avakirina yekitiya jinên Kurd bi hêztir werin meşandin ev jî erka me hemûyan e bi vê armancê wê insîyatîfeke jin were pêşxistin.
- Divê dîplomasiyeke netewî bi armanca têkbirina siyasetên qirêj were pêşxistin.
- Şêwra me bang dike ku Sêyemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd lezgîn were lidarxistin. Bi vê armancê em bang dikin ku komîteya amadekar a konferansê li ser asta herçar parçeyên Kurdistanê bicive û biryarê çêkirina konferansê bide.
- Xebatên xurt û encamgerî ji bo rizgarkirina hemû jinan.
Komcivîna “şêwira jinên Kurd li Rojava “ bi dawî bû.
JINHA






