Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG: 427 dagîrker hatin cezakirin

16/05/2022
in NÛÇE
A A
HPG: 427 dagîrker hatin cezakirin
Share on FacebookShare on Twitter

HPG’ê bîlançoya şerê mehekê eşkere kir û ragihand ku 427 leşkerên Tirk yên dagîrker hatine cezakirin, helîkoptereke Skorsky, tankek jî di nav de gelek amûr û pêdiviyên leşkerî hatine tinekirin. Herwiha da zanîn ku di êrişan de 25 hevriyên wan jî şehit bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya mehekê ya şerê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de qewimî, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji kêliya destpêkê ya êrişê û pê ve her bihosta xaka Kurdistanê bi ruhê milîtaniya fedaî ya Apoyî kirin qada berxwedanê, bersiva pêwîst dan dagirkeran û derbên giran li êrişa dagirkeriyê xistin.

Xeta serketinê û ruhê fedaî yê Şoreş Beytuşşebap û hevrêyên pê re ku di sala 2021’ê de bersiv dan êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Garê û bi berxwedana xwe Destana Lehengiyê ya Garê afirandin, Berxwedana Mamreşo û Zendûrayê ava kirin. Hevrêyên me ku xeta fedaîtiyê di asta herî bilind de temsîl kirin, li Girê Sor û Werxelê di dîroka berxwedanê ya gelê me de rûpelekî nû vekirin. Rêbaza milîtaniya Apoyî ku hêzê ji vê kevneşopiya berxwedanê digire, li gorî şert û mercên serdema nû hesabên dagirkeran hemû têk bir. Tîmên me yên gerîla yên bi tevger însiyatîfa li qadê timî di destê xwe de hiştin û bi rêbazên; serdegirtin, sabotaj, sûîqest û taktîkên cuda yên di nava hev de, çalakiyê afirîner kirin. Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal ku teknîka dewleta Tirk a dagirker pûç kirin û bi vî rengî derb li dagirkeran xistin, di vê pêvajoya mehekê de bi rola xwe rabûn. Hêzên me yên YJA Starê ji kêliya destpêkê ya êrişên dagirkeriyê û vir ve çalakiyên bi bandor kirin. Jinên Kurd ên şervan û berxwedêr ku xwe bi felsefeya Rêber Apo xemilandine, di şerê me yê azadiyê de nasnameya me ya xurt bi rengê herî bi hêz temsîl kirin. Li gel temsîliyeta xurt, şervanî, wêrekî û pêşengiya jinên Kurd ên azad di şexsê Şaristan, Mizgîn û Viyanan de weke fermandarên Y JA Starê yên sembol û mînaka serdema nû şênber bû.

Yek ji êrişên herî berfireh ên dîroka dewleta tirk a mêtinger tê kirin

Dewleta Tirk a mêtinger ku bi tasfiyekirina têkoşîna me ya azadiyê re ku hêviya gelên bindest e, dixwaze armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne. Ji bo vê jî derfetên xwe yên teknîkê hemû xistine dewrê û yek ji êrişên herî berfireh ên dîroka xwe dike. Tenê di nava mehekê de bi qasî ku hêzên me tespîtkirine; 1274 caran obus û top avêtiye qadên berxwedanê, 917 caran bi balafirên şer û 719 caran jî bi helîkopterên êrişê bombardûman kiriye, lê nekariyek encamekê ji van êrişan bi dest bixe. Artêşa Tirk a dagirker ku li gel van êrişan nekarî encamê werbigire, careke din dest bi bikaranîn rê û rêbazên şerê qirêj kir. Artêşa Tirk a dagirker ku di encama bi sedan çalakiyên hêzên me de derbên giran xwar û nekarî bi pêş ve biçe, 164 caran li dijî Qadên Berxwedanê çekên kîmyewî bi kar anî û sûcê şer kir. Dewleta Tirk a mêtinger di vê êrişa xwe ya dagirkeriyê de di ser qadên di bin kontrola PDK’ê de ne gelek caran êriş kir û baregehên xwe yên leşkerî yên li nava Başûrê Kurdistanê bi rengekî çalak bi kar anî û ji van baregehan hêz şand Qadên Berxwedanê ku derbên giran lê dixwe. PDK’ê jî ji destpêkê ve bi her awayî piştgirî da êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a faşîst û qirker û ji bo artêşa Tirk li Zapê li binê erdê nekeve gelekî hewl da. Artêşa Tirk li gel her cûre piştgiriya ku jê re hate dayin jî bi vê êrişa dagirkeriyê nekarî bigihêje armanca xwe û di asteke cidî de şikest.

Gerîlayên me yên azadiyê yên Kurdistanê di nava vê meha dawî de bi rengekî dîrokî li ber xwe dan û hunera xwe ya bilind a şer nîşan dan. Bêguman bi ked û hewldanên şehîdên me ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer kirin û tevlî karwanê nemiran bûn, ev encama xurt hate bidestxistin. Di nava êrişa dagirkeriyê ya mehekê de 25 hevrêyên me tevlî karwanê nemiran bûn û bûn misogeriya Kurdistana Azad. Gerîlayên Azad ên Kurdistanê bi performans, sekna fedaî û rêbaza şer a milîtanî careke din nîşan dan ku xwedî wê hêzê ne bersivê bidin her cûre êrişên li ser xaka Kurdistanê ya pîroz û gelê me û bûn rûyê pak ê gelê me.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.