Navanda Nûçeyan/Qamişlo
Bi pêşengtiya Kongra Starê bi dehan şexsiyet û rêxistinên jin nameyek vekirî ji Netewên Yekbûyî re şandin. Name ku ji aliyê gelek jinên bi nav û deng, weke Judith Butler, Silvia Federici û Angela Davis hate îmze kirin.
Name ku bi pêşengtiya Kongre Starê ji aliyê gelek jinên bi nav û deng weke Judith Butler, Silvia Federici û Angela Davis û rêxistinên jin ve hate îmze kirin. Jinan di nameya vekirî de anîn ser ziman ku neyê qebûl kirin ku Tirkiyê êrîşên xwe li dijî gelê Kurd bi Hevpeymana Netewên Yekbûyî meşrû bike Ji Sekreterê Giştî û Rêxistina Jin a Netewên Yekbûyî,, daxwaz kirin ku êrîşên dagirker a dewletê Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, her wiha li ser Başûrê Kurdistanê bidin sekinandin.
Name wiha ye:
“Ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re, ji UN Jin re
Êrîşên Tirkiyê yên li dijî Kurdan di sala 2017’an derbasî qonaxeke nû bû, dema ku dest bi êrîşên hewayî yên li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê, Şengal û wargeha Mexmûrê ya li başûrê Kurdistan ku zêdeyî 11 hezar penaberên Kurd lê dijîn, dest pê kir.
Ji wê demê ve, Tirkiyê bajarên Efrînê (Adar 2018) û Serêkaniyê/Ra’s al-Ain (Cotmeh 2019) ku piraniya wan kurd lê dijîn, dagir kirine. Balafirên bêmirov ên çekdar ên Tirk bê navber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Mexmûrê digerin û atmosfereke tirsê û bêewlehiyeke kûr ava dikin. Binesaziya sivîl, erebe û malan bê hişyarî rastî êrîşan tên. Xelk ji ber ku ji êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ditirsin ji axa xwe direvin.
Dewelta Tirkiye di çarçoveya xala 51. a Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) de kuştinên xwe yên bê hiquq, êrîşên bi balafirên bê mirov û operasyonên leşkerî yên dagirkeriyê weke ‘xweparastinê’ rewa dike. Dewleta Tirk îdia dike ku ewlekariya wê ya netewî rasterast ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şingal û Mexmûrê ve rastî gefan hatiye. Her wiha Enqere dagirkeriya li ser sînorên Bakurê Sûriyeyê rewa kiriye û plan dike ku herêmên sînorî yên li şaşûrê Kurdistan hîn zêdetir dagir bike û bi vî awayî ”ewlehiya sînorên Tirkiyeyê misoger bike”. Ew şerê çekdarî bi PKKê kar tîne da ku dagîrkeriya leşkerî û destwerdana siyasî ya li başûrê Kurdistan zêde bike û ev yek rewşa li wir bêtir bêîstiqrar dike û bêewlehiyê kûrtir dike.
Rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî bi xwe bi rêkûpêk raportan li ser rewşa ewlekarî li Sûriyê û herwiha li Iraqê amade dikin. Ne bakurê rojhilatê Sûriyê, ne êzdiyên Şengalê û ne jî kampa penaberan a Mexmûrê ji bo Tirkiyê metirsiya ewlehiyê ne. Berovajî vê yekê artêşa Tirk binpêkirina mafên mirovan dike, kuştinên dervayî dadwerî li ser bingeha teknolojiya firokeyên bêpîlot û êrîşên li dijî hedefên sivîl û leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê, Şingal û başûrê Kurdistanê bêceza dikin. Ev hemû li ser navê Peymana Neteweyên Yekbûyî pêk tên.
Em kesên ku li jêr îmze kirine, piştgirîya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûrî û başûrê Kurdistanê qebûl nakin.
Em îdiaya Tirkiyeyê ya xweparastinê refid dikin û destnîşan dikin ku dewleta Tirk êrîşkar e. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan şermezar bike û mekanîzmayên xwe ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser sînor ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê seferber bike.
16 Gulana 2022
1.Kongra Star, Federasyona demokratîk ya Rexistina Jinan li Rojava û Bakûr û Rojhilate Sûriye
2. Koordinasyona Jin a Reveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê
3. Benedetta Argentieri, rojnamevan û derhêner – Îtalya
4. Susanne Bader, Koordînasyona Avrupa ya Konferansa Jinên Cihanê – Almanya
5. Clare Baker, mekteba navnetawî ya sendika UNITE the union -Brîtanya
6. Zahraa Banaho, çalakvanê mafên mirovan, Rojavayê Sahara
7. Trude Bennett, rêxistinvana tenderustiya gelemperî – DYA
8. Janet Biehl, niviskar, hûnermend û edîtor, DYA
9. Vicky Blake, Serokê UCU – Brîtanya
10. Baroness Christine Blower, Kamara ya Lordan – Brîtanya
11. Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin, Bakûr û Rojhilatê Sûriye
12. Debbie Bookchin, rojnamevan û niviskar – DYA
13. Debbie Brennan, rêxistina Jinên Radîkal -Australia
14. Mekteba jin a Meclîsa Syria Democratic, Bakûr û Rojhilate Sûriye
15. Beşa jin ya Partiya Rêya Demokratîk -Maxreb
16. Judith Butler, Profesor Zaningeha Kaliforniy – DYA
17. Orsola Casagrande, rojnamevan – Welatê Bask
18. Vandana Chaudry, profesorê zaningeha bajarê New York – DYA
19. Louise Christian, Pareszer, cîgira rûmetm ya Haldane ya Civaka Hiqûqnasên Sosyalîst – Brîtanya
20. Nora Cortinas, hev-avakarê Dayikên Plaza de Mayo, Argentina
21. Molly Crabapple, hûnermend û niviskar, DYA
22. Angela Davis, Niviskar û profesorê Emerita, zaningeha California – DYA
23. Mary Davis FRSA, Profesorê Dîroka Kedê li Zanîngeha Royal Holloway ya Londonê – Brîtanya
24. Francesca Degiuli, Profesorê, Zaningeha Fairleigh Dickinson – DYA
25. Barbara Ehrenreich, niviskar û rêxistinvan – DYA
26. Silvia Federici, niviskar û profesorê civaknasî, Zaningeha Hofstra – DYA
27. Lindsey German, Convenor Koalîsyona Şer Rawestîne – Brîtanya
28. Helen Gilbert, Jinên Radical Yekitiya Netewan – DYA
29. Dr Sarah Glynn, niviskar – Fransa
30. Ozlem Goner, doktora doçent a Zankoya Bajêr a New York, DYA
31. Saloua Guiga, FemWise-Africa şaxê Tûnis, Tûnis
32. Rahila Gupta, nivîskar û rojnamevan, Brîtanya
33. Dr Hiba Haddadin, midûrê giştî a Weqfa Lêkolînên Zayenda Civakî, Urdun
34. Jean Halley, profesora Zankoya Bajêr a New York, DYA
35. Dr Basma Hamdi, sekreterê giştî a Federasyona Navnetewî a Jinên Afrikî, Tûnis
36. Dr Çoman Herdî, midûra Navenda Lêkolînên Zayenda Civakî û Pêşketin li Zankoya Amerîkî a Silêmanî, Başûrê Kurdistan
37. Ava Homa, nivîskar, rojnamevan û çalakvan, Kanada/DYA
- Dr Amber Huff, Enstîtûya Lêkolînên Werarê, Brîtanya
- Barones Helena Kennedy QC, Kamara ya Lordan, Brîtanya
- Hosu Kim, doktora doçent a Zankoya Bajêr a New York, DYA
- Neemat Koko, midûra navenda lêkolînen zayendê civakî, Sûdan
- Claudia Korol, rojnamevan û nûnera rêxistina Feministas del Abya Yala, Arjantîn
- Andrea Koskondi, endama komîteya rêveber a Federasyona Giştî a Sendîkayên Karkeran (GFTU), Brîtanya
- Şeyda Kurt, nivîskar, Elmanya
- Dr Carol Mann, midûra rêxistina Women in War, Fransa
- Joya Misra, profesora Zanko a Massachusetts, DYA
- Barones Jones of Moulsecoomb, Kamara ya Lordan, Brîtanya
- Tevgera Civakê Demokratîk (TEV-DEM), Mekteba Jinê, Bakur Rojhilatê Sûrî
- Meclisa Jin a Bakur Rojhilatê Sûrî, Bakur Rojhilatê Sûrî
- Kejal Nûrî, nivîskar û çalakvan, Holanda
- Shamiran Odisho, Sekretera Komala Jinên Iraqî, Iraq
- Margaret Owen, Seroka Rêxistina Jinebiyên Ji Bo Aşitî Bi Riya Demokrasî, Brîtanya
- Julia Pascal, nivîskarê lîstikê, rojnamevan, Brîtanya
- Maxine Peake, lîstikvan û nivîskar, Brîtanya
- Rosalind Petchesky, Zankoya Bajar a New Yorkê, DYA
- Louise Regan, National Officer, Membership and Equality, National Education Union, Brîtanya
- Khadija Riyadi, çalakvan û xwediyê Xelata Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî, Fas
- Tiba Saad Abdelkarim, tevgera femînîst a Intadifi, Iraq
- Rita Segato, akademîsyenê femînîst û profesora rûmetiyê a Zankoya Brasilia, Arjantîn
- Dr Maha Al Sekban, Seroka Navenda Mafên Mirovan a Jinan, Iraq
- Marina Sitrin, hiqûqnas, nivîskar û doktora doçent a Zankoya Bajêr a New York, DYA
- Sabah Shuaib, koordînatora Şebekeyên Aşitî li Rojhilatê Lîbyayê, Lîbya
- Radha D’Souza, Zankoya Westminster, Brîtanya
- Gloria Steinem, nivîskar û çalakvan, DYA
- Dr Greta Sykes, nivîskar û hunermend, Brîtanya
- Baskê Jin a Partiya Pêşeroj ê Sûrî, Bakur Rojhilatê Sûrî
- Meclisa Jinên Sûrî, Surî
- Atika Al Taiif, Partiya Riya Demokratîk, Fas
- Shavanah Taj, Sekreterê Giştî a sendîkaya Wales TUC, Brîtanya
- Meredith Tax, nivîskar û çalakvan, DYA
- Saadia Toor, doktora doçent, Zankoya Bajêr a New York, DYA
- Kariane Westrheim, Seroka Komîsyona Sivîl a Yekitiya Ewropa û Tirkiyê (EUTCC), Norvêç
- Debra Winger, lîstikvan û çêker, DYA
- Jan Woolfe, nivîskar, endama komîteya şano a rêxistina Writers Guild, Brîtanya
- Kombûna Jinên Zenûbya , Bakur Rojhilatê Sûrî ”






