Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Bi boneya Roja Zimanê Kurdî Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Pêşangeha Yekê Ya Pirtûkên Kurdî li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo li dar xist. Pêşangeh wê 3 rojan d
ewam bike.
Pêşengeh bi deqîqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Herwiha Hevserokê Meclisa Rêveber ya Herêma Cizîrê Telet Yûnis jî axivî. Telet pêşengeha pirtûkên kurdî li her kesê ku ji bo parastina zimanê Kurdî şer dike, pîroz kir.
Herwiha Koma Botan ya strana jî bi vê boneyê bi staraneke nû ev roj pîroz kir.
Têkildarî mijarê nivîskar Ebûd Mexso jî di riya rojnameya me re lidarxistina vê pêşengeha pirtûkên kurdî li gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku ziman, civakê ji qirkirinê diparêze.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 10 hezar pirtûk, 15 weşanxane û sazî beşdarî pêşangehê bûne û hejmara sernavan bigihîştiye 2 hezar û 524an.
Roja duduyan
Semînera mamoste Deham Ebd-Elfetah ya bi navê Zimanê Kurdî hebûna me ye û pêşandana filmê bi navê Rûpelên Sor yê navenda Kevana Zêrîn, wê werin li dar xistin.
Roja sisiyan
Semînera mamoste Arşek Baravî ya bi navê Di bîranîna Zimanê Kurdî de û şahiya imzekirina pirtûkan, wê werin li dar xistin.
Pêşangeh wê sê rojan berdewam bike, danê sibehê wê ji saet 10:00 heta 02:00 û wê ji 4:00 heta 8:00 êvarê berdewam bike.








