Bi berhemên hunerê mirov dikare civakê bi coş rake ser pêya, bi kelegirî bixe nava xizanê û dikare weke serxoşek bide lîstandin. Lê ger hunera tê hunandin bi erk, bi dilsozî û bi rêk û pêk hatibe afrandin, an na weke nerîna post-modern ji kîreye, ji bo çi, armanc çiye wê ne diyar be.
Mirov her çiqasi di siyaset û di zanistiyê de têgihiştibe jî, ger di mejûyê xwe de bi xwe re ne Zelal be, wê tim nakokiyên mezin bijî. Mînak, gelek kes hene bi axaftina xwe şoreşgerek mezin xwe rave dide, lê bi pêkanîn xwe ji vê rastiyê gelek dûrin. Ger ev mirovên ne Zelal di qada hunerê de, bi navê huner berhem çêker be, wey li halê wê civakê kû ew jêre hunermedî dike.
Mixabin û sed mixabin ev kesên bi vî rengî di qada hunera Kurdan de gelekin û tişten ku ew dikin û pêktînin, bawerkin wê di nava pêncî salên bê de qirêjiya wan neyê paqijkirin. Bi stranê dizî, tevlîhev, gotin û armonî li dij hev hatî hunandin, guhên paqij tev qirêj kirin û ev guhên qirêj nema êdî muzîka resên jî dikaribe bibihîse.
Bi çend hevokên li du hev rêzkirî, her hevokê ji derekê hatî stendin û tiştên jiberkirî li pey hev nivîsandî re gotin “helbest” û şaîrên resen êdî ji xwe fedîkirin û dev ji şaîrtiyê berdan.
Û em van mînakan dikarin bi sedan li du hev rêzbikin, lê bi kurtayî, hunera ku îro bi navê hunera kurdî tê hûnandin ji sedî yek ancax dikare di rastiya hunerê de cîh bigre. Kî an kê ji vê rewşê re derî vekir, ev jî bi serê xwe şîroveyek berfireh dixwaze.
Ger hûn bêjin ev kes bîst sale, sîh sale bi minre dimeşe û ji tevahî kiryarên wî-wê ên ne li gor hunandina hunera resen re bêdeng bimînî, dawîde bi navê hunerê bi tenê arabeska heyî dimîne li holê û qirêjiya wê bandorê helbet li ser civakê wê bike. Ev kesana tên astek wisa ku, êdî dikarin li dijî te bibin kelem û tawîzên dubare, dubare ji te bixwazin.
Tevgera Azdiyê ji 1990 virde di qadeke wisade ye ku, pêwistiya her hunermendan bi wî heye, lê pêwistiya wî tuneye ku ew tawîzek piçûk be jî bide tu kesekê. Lê yên ku siyaseta rojane dimeşînin vê rastiye her carê ji bîr dikin an jî nizanin an jî ji bo hestên xwe yên takekesiyê berçavan nagirin û ji arabeska ku qirêjî dadixe nava hunerê re, dibêjin “fermo keremke”. Min bi xwe dehan caran ji devên berpirsyaran, gire giran ev hevok bihistiye; “Ma heya ciwanên me arabeska tirkan guhdarî dikin, bila ji felan kes, bêvan kesên me guhdarî bikin”. Ev tê çi manê gelo?
Ji serî heya binî niha her kes dibê çi; “Di qada hunerê de xitimandin heye, hunermendên me nikarin bibin bersiva tekoşîna heyî”. Ma we li naverastê huner û hunermend hişt ku bibe bersiv?
Rotînda YETKÎNER