Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şeva Çaran û Şerê Tunêlên Kato

15/05/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nexweşiya Xemsariyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Dema rûpelên dîrokê 12‘ê Îlona sala 1980’yî nîşan dida,li Tirkiyê di bin fermandariya Kenan Evren de darbeyeke leşkerî pêk hatibû.

Di sala 1980’yan de PKK li her derê Kurdistanê hem ji aliyê gel ve û di heman demê de ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatibû nasandin. Û dîsa di wan deman de, bi darbeya 12ê Îlonê dixwestin ku vê tevgerê di hundir de bifetisînin. Û wisa kirin, piştî 12’ê Îlonê erişên li dijî PKK’ê dest pê kirin û li zîndana Amedê ji bo tasfiyekirina vê tevgerê planên xwe yên taybet xistin meriyetê.

Bi hatina Esat Oktay Yildiran li zîndana Amedê pêvajoyeke nû dest pê kir. Êşkence di asta herî hov de bû. Ne li cîhanê û ne jî di dîroka mirovahiyê de emsalê vê êşkencê tune bû. Di dîrokê de êrişên wiha yên li dijî rûmeta mirovan pirr kêm bû. Girtîgeha Amedê ji aliyekî ve veguherîbû mekanê xiyanetê, ji aliyekî din ve jî, bûbû fabrîqeya êşkence. Ji bo sekinandina vê hovîtiyê di Newroza 1982’an de Mazlum Dogan starta berxwedanê dabû.

Mesaja çalakiya Mazlûm Dogan gihîştibû kogûşa 33‘yan û li vê derê amedekariyek ji bo berxwedana nû dest pê kir. Ji vê yekê re jî Ferhat Kutay pêşengî dikir. Ferhat li hin hevalan digeriya di demek wiha di her çiqas bawerî anîn zehmet bû jî Ferhat piştî çavdêriyek dem dirêj bi Eşref Anik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner re ketibû dewrê û dest amadekariya çalakiyê kir.

17’ê Gulana 1982’yan Amed

Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn ve Necmî Oner, di zîndana Amedê de li hemberê êşkenceyan û daxwaza cûntaya 12’ê Îlonê ku dixwest gelê kurd di kesayetiya komeke êsîran de bêdeng bike agir bi bedena xwe xistin.

Çar kesan, di 17’ê Gulana 1982’yan de de di koşeyeke tarî ya kogûşa 33’yan de agir bera bedena xwe didin û yek ji çalakiya herî mezin a dîrokê li dar dixin.

Çalakiya Çaran asta berxwedana zîndanê bilind kir, wê riya çalakî û berxwedanên ku wê di mehên bê de bên lidarxistin ronî bikira…

PKK rihek wiha ye di her şert û mercî de reyeke çareseriyê dibîne. Rê û rêbazên berxwedanê diafirîne.

Piştî Çaran 40 sal şûn de, li Tunêlên Şer ên Kato de 5 leheng, 5 pêhlewan, 5 qehreman, 5 gerîla di 53 rojan de kêlî bi kêlî bi dijmin re şer dikirin. 5 şervanan, tam 53 rojan li hemberî dagirkerên hov berxwedaneke bê hempa dane; mil bi mil, sing û sing. 53 rojên her kêliya wê, her gava wê, her saeta wê, her roja wê weke efsûnekê derbas bûyî. Li hemberî gaz û kîmyasalê têdikoşiyan. Berê tu perwerdeyeke bi vî rengî negirtibûn. 53 roj şûnde dema ku rizgar bûn Şehîd Şoreş Karer di hevpeyvîneke xwe de digot: “me bawerî bi fikir û ramanên Rêber Apo anî bû. Tu kêliyek em teslîmî gaza kîmyevî nebûn”

Tenê armanceke wan gerîlayên ku weke zinareke rê naçiyê li hemberî artêşa tirk a hov sekinîbûn hebû: wan li ber xwe dabûn û gavekê şûnde neçûbûn.

Dema lazim bikira wê wan sing û sing şer bikira, têketana nava dijmin û ew têk bibirana, lê belê wan çeperên xwe bernedidan. Ewan gotina Mazlûm Dogan a digot “teslîmiyet mirovî dibe xiyanetê, berxwedan ji dibe serkeftinê” kiribûn guhar û kiribûn guhê xwe. Li gorî wî jî tevgeriyabûn û bi ser ketibûn.

Çaran jî di sala 1982’an de peyama Mazlûm Dogan a “teslîmiyet mirovî dibe xiyanetê, berxwedan ji dibe serkeftinê” girtibûn û bi ser ketibûn. Piştî şehadeta wan rihê berxwedanê li zîndanê belav bû. Derbasî çiya bû. Li çiyayê Kato di tunêlên şer de, şehîd Şoreş Karer  ev peyama Çaran a 40 sal berê girtibûn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.