Idrîs Henan
Nêzîkatî, liv û tevgera dewleta Tirkan ya dagîrker, diyar dikin ku faşîzm li ber bicihanîna misyoneke nû a hêza hegemonîk a navendî ye. Rola ku NATO’yê daye ser milê Tirkiyê, bi xelatkirina êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re eşkeretir bû. Çawa ku hêza hegemon, ji bo berfirehkirin û domandina hebûna xwe faşîzma Tirk bi kar tîne, Tirkiyê jî wê hewcedariya wê û bicihanîna misoyneriyan ji bo pêkanîna projeyên xwe, bi kar tîne. Bê guman destkeftiyên Kurdan weke astengiya bingehîn li pêş xwe dibîne û êrişên ser wan weke mafekî xwe ya domandina dethilatdariyê dibînin.
Pêşengên hegemoniya navendî ya NATO’yê “DYE û Ingiltire” aliyê hişmendî û ideolojîk ve, êrişan rewa dikin û faşîzma Tirk teşwîqî berfirehkirina wan dikin û çavên xwe li hemleyên qirkirinê yên li dijî gelên Kurd û Ereb digirin. Ta ku proje jiyanî bibe, gelek aliyên ku teşwîqî hevkariyê kirin, tevlî vê projeya qirêj bûne.
Di naveroka konsepta topyakûn de, parçekirin û tunekirina Kurdan û bê vînhiştina gelan heye. Bi gotinek din, hewl didin nakokiyên gelên herêmê kûrtir bikin û ji wê yekê sûdê werbigirin ku parçe bikin û bi yekê derbê lê bidin. Dixwazin pêkhateyên olî û etnîkî bînin rûbirûyî hev û îradeyên gelan ên di cebheya berxwedanê de hatine gel hev, ji nav bibin. Êrişên ku îro li ser Şehba û tevahî xeta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, bi wê mebestê ne.
Rewşa nû ya ku bi şerê Rûsya-Ukranyayê re derketiye, teşe û pozisyona hêzê jî bi xwe re aniya keviya guherînek bingehîn. Bê guman vê yekê bandor li ser rola Rûsya li herêmê kiriye ku li Rojhilata Navîn, li hemberî siyasetên Tirkiyê budilî bûye. Rûsya naxwaze carek din li herêmê ji dest bide. Herêmê jî weke hêmanek stratejîk di siyasetên xwe yên beramberî bloka NATO û YE digire dest. Ne dixwaze Tirkiyê, weke çavkaniyek hundirê NATO’ê ji dest bide, ne jî dixwaze baweriya gelan wenda bike.
Rejîma Sûriyê ku lihevkirinên xwe bi Tirkiyê re dinixumîne, li gorî nêzîkatiya ku raberî êrişên faşîzma Tirk dike, tê texmînkirin, eger hat û Tirkiyê êriş kir, wê ji xalên di nav qadên şer de vekişe û dê carek din gelên Sûriyê rûbirûyî qirkirina faşîzmê bihêle. Tabî, rejîma Sûriyê jî di nav vê konsepta berfireh de ye. ew jî li hemberî projeya gelan a çareseriyê, projeya Netewa Demokratîk, xwedî helwesteke qirker a bi dijminatiya faşîzma Tirkiyê re li hev kiriye.
Îran ku tê gotin di navbera wê û Rûsyayê de, li Sûriyê, hinek desguhertinên pozisyonan çêdibin, tevî ku parçeya “nerim” a vê konseptê ye, çawa li Îraqê mudexeleyê konsepeta rêgirtina li ber berfirehbûna hêza şî’a kir, gengaz e li Sûriyê jî hinek mudexeleyên bi vî rengî raber bike. Eşkere yan li paş perdê be, dê bi qasî berjewendiyên serweriya xwe li herêmê biparêze û dorpêça li ser xwe bişkîne, mudexele bike.
Ya girîng û esas ew e ku cebheya berevaniyê mezintir û berfirehtir bibe. Bi qasî ku eniya li hemberî faşîzma Tirkiyê û hevkarên wê bi hêz dibe, dê gelên herêmê ji felaketên misoger bêtin parastin. Berovajî wê, xwekujî û radestkirina vînê ye. Ji ber vê jî; piştgiriya berxwedana gerîlayên Kurdistanê û hemû şervanên azadiyê erekeî neteweyî û şertekî hebûnê ye ku hemû fikrên li ser tunekirina gelan têk bibin û jiyanek bi rûmet misoger bikin.






