Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dewleta Tirkan dixwaze demografiya bakurê Sûriyê biguherîne’

13/05/2022
in NÛÇE
A A
‘Dewleta Tirkan dixwaze demografiya bakurê Sûriyê biguherîne’
Share on FacebookShare on Twitter

Komek ji partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl hewldanên dewleta Tirkan ya guhertina demografiya herêmên Sûriyê yên dagîrkirî şermezar kir û bang li hêzên niştîmanî yên sûrî kir ku erkê xwe li hemberî planên ku dixwazin yekîtiya gelê Sûriyê parçe bikin, pêk bînin.

Partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl têkildarî planên dewleta Tirk a dagirker ku dixwazin demografiya herêmên dagirkirî biguhêrin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyekê de hate gotin: “Di demekê de ku em teqezî li ser mafên xwezayî yên vegera tevahî sûriyan li ser xaka wan dikin, em teqez dikin ku ev proje yek alî ye û dûrî hewldanên navneteweyî yên hevbeş ên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî adilane ye”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca hikumeta AKP’ê ya bi bicihkirina sûriyan li ser xeta sînorî ya bakur siyasî ne ji bo hilbijartine û wiha hate domandin: “Ev gav hemû hewldanên niştimanî û neteweyî yên ji bo çareseriya siyasî asteng dikin, di heman demê de dûrxistin û paşguhkirina îradeya sûriyan û hêzên siyasî yên ku nûnertiya wan dikin e.

Ev gav tevgerek ji bo têkbirina endezyariya demografiya Bakurê Sûriyê ye. Ev yek gefê ji pêşeroja yekitiya niştîmanî û aramiya civakî li Sûriyê dixwe. Her wiha vegerandina penaberên Sûriyê bi darê zorê binpêkirineke ber çav ji qanûna navneteweyî û mirovî re ye nexasim ku ev herêm di rastiyê de ne ewle tenê di nêrîna AKP`ê de ewle ne.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên 22`ê Nîsana borî li dijî Kobanê û wiha hate gotin: ” Êrişên dawî yên 22’ê Nîsanê li ser Kobanê û êrişên domdar ên li ser herêmên kurdan ên Sûriyê yên bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkyiê xeteriyeke mezin li ser hebûna neteweyî ya kurdî ye. Her wiha berdewama siyaseta koçberkirina sîstematîk a li dijî welatiyên Kurd ên li Efrîn, Serêkaniyê nexasim ên li dijî baweriya êzidiyan e.”

Di daxuyaniyê de bang li hêzên siyasî û saziyên sivîl hate kirin ku erka xwe li hember planên ku dixwazin yekitiya gelê Sûriyê parçe bikin, dixwazin mayînan di hevgirtina niştîmanî û civakî de, pêk bîne. Her wiha bang li desteyên mirovî û hêzên rizgarî û demokratîk hate kirin ku ji bo dîtina çareseriyekê ji azarên gelê Sûriyê û ji bo misogerkirina azadî wê û serweriya wê li ser tevahî xaka Sûriyê bi lez têkeve tevgerê.

Hêzên siyasî yên ku daxuyanî îmze kirine:

Komîteyên Demokratîk ên Sûriyê (Amarcî)

Meclisa Êzidîyên Sûriyê

Şepêla Çep a Şoreşger a Sûriyê

Azadxwazên Serbixwe yên li Çiyayê Ereban

Tevgera Çeksazî- Sûriyê

Rêxistinên Civaka Sivîl:

Komeleya Jiyan a Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê

Dengê Famînistên Kurd

Koma Xebatê ya ji bo Efrînê “Act for Afrin”

Navenda ”Lêkolîn” a Lêkolînên Qanûnî

ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.