QSD’ê ragihand ku nûçeyên ji aliyê Wezareta Parastinê ya dewleta Tirkan ve derketine ku êrişa li ser Karkamişê dispêrin hêzên wan derew in û got, artêşa Tirkan van derewên xwe dikin bingeh û êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dike.
Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê bersiva nûçeyên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk dan ku êrişa li ser Karkamîşê spartine QSD’ê. QSD’ê got: “Ev bûyer provakasyonek e û bi vê provakasyonê ve hedef dikin ku êrişên xwe li hember axa Bakûr û Rojhilatê Sûriye dijwartir bikin.”
Daxuyanî wiha ye:
Li gorî nûçeyên ku îro ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker hatine belavkirin, ji aliyê hêzên me ve li hember navçeya Karkamişê êrişên bi hawan hatiye lidar xistin. Êrişa ku li hember Karkamişê hatiye kirin, ti têkiliyên me pêre nîn e. Artêşa Tirk a dagirker van derewê xwe dikin bingeh û li hember axa Bakûr û Rojhilatê Sûriye êriş dike. Di êrişên dagirkeriyê de gundên Kobanê, Eyn Îsa, Minbic û Şehba bi awayek dijwar tên hedefgirtin û heta niha bêhtirî 29 gund hatine topbarankirin.
Ev bûyera ku li Karkamişê çêbûye, ji bo ku ev êrişên xwe rewa bide nîşandan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye organizekirin. Ev bûyer provakasyonek e û bi vê provakasyonê ve hedef dikin ku êrişên xwe li hember axa Bakûr û Rojhilatê Sûriye dijwartir bikin. Pêwîst e gelê me û raya giştî ya cîhanê baweriya xwe bi nûçeyên bi vê awayî ve neynin.”
ANHA






