Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Jin Ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî planên qirkirin ya dewleta tirk daxuyanî da

12/05/2022
in NÛÇE
A A
Meclisa Jin Ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî planên qirkirin ya dewleta tirk daxuyanî da
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Li dijî planên dawî ku dewleta tirk ya dagîrker dixwaze bi milyonan koçber û malbatên DAIŞ`ê li herêmên dagîrkirî yên bakur û rojhilatê Sûriyê bi cih bike, Meclisa Jin Ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji bo raya giştî daxuyanî ragihand.

Îro Meclisa Jin Ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamilo li dijî kiryarên dewleta tirk bi taybetî planên wê yên guhertina demokrafiya bakur û rojhilatê Sûriyê, ji raya giştî re daxuyaniyek ragihand. Meclisê bang li Netewên Yekbûyî  kir ku zextê li dewleta tirkî bikin da ku ji herêmên hatine dagîrkirin derkeve û vegere sînorên dewletî.

Daxuyanî wiha ye:

Ji destpêka kirîza Sûriyê ve , ji sala 2011,an ve, dewleta Tirkî dagirker rola herî xirab lîst wekî dewleteke cîran ji Sûriyê re, ku rêzgirtin ji têkiliyên cîrantî re girtibe lê belê destwerdana wê di rewşa hundirîn a Sûryayê û dagirkirina bajarên wê zagonên navdewletî û mirovî bin pê kirin her weha hemû rêgezên cîhanî pişguhkirin û bi taybet di herêmên dagirkirî de ku hemû kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê pêk tîne ji kuştin, reavnidin û dîlgirtina jinan ku rêjeya herî bilind ji wan pêk tê ta ku giheşte asta sûcên şer û li dijî mirovahiyê.

Daxwiyaniyên dawî  yên dewleta Tirkî der bare veger û bicihkirina melyon koçberên Sûrî ku li Tirkiyê bûn  di herêmên bakur û rojhilata Sûriyê yên hatine dagirkirin de piştî ku niştecihên wê bi dar zorî koçber kirin û pê re hilweşandina cihên pîroz û şûnwaran  her weha ferzkirina zimanê tirkî û guhertina navê dibistan û qadan bi mebesta guhertina  erdengariya  ekolojî û jiholêrakirina nasnameya dîrokî ji herêmê re ku rêjeya herî zêde kurd in , û ev berdewamiya pêkanîna siyaseta guhertina demografîk e piştî êrîş û dagirkeriya herêmê kir di bin navên cuda de, lê tişta ku tê şermezarkirin alîgiriya hin dewletên erbî mîna Qeter û Kiwêt ku piştgiriya darayî ji van rêxistina re dikeçin da ku pirojeya xwe ya dagirkeriyê bi pêş bixe bê yî ku nirx bide. mafên herî rawa yên mirovî , ev ji bilî helwesta hikûmeta Sûrî ya li dijî gelê wê  û berovajî hêviyên vî gelî  û tişta herî metirsîdar û bobelat e ku ev piroje ji hêla Netewên Yekbûyî tê kirin û ev derfetê dide ku careke din rêxistina Daiş nûjen bibe û aramiya ku gelên herêmê tê de jiyan dikin bikeve metirsiyê de.

Ji ber vê em wekî pilatforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan di bakur û rojhilata Sûriyê de bang li civaka navnetewî dikin ku bi berpirsiyariya xwe rabe der barê pirojeya dewleta Tirkî dagirker ku dixwaze armanca xwe pêk bîne di riya lihevkirineke giştî de da ku herêmê dagir bike,  ji ber vê divê civaka navnetewî  xeteriya vê pirojeyê ber çav bigre û derfetê nede ku guhertina demografîk pêk were  heta ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê çêbibe û dewleta Tirkî bê cezakirin li ser sûcên şer ên di herêmê de pêk anîn.

Her weha bangewaziya me ji Netewên Yekbûyî  re ku zextê li dewleta Tirkî bikin da ku ji herêmên hatine dagirkirin  derkeve û vegere sînorên dewletî. Ji aliyekî din ve bangewaziya me ji gel û pêkhateyên civaka Sûrî re ye ku li hember pirojeya dewleta Tirkî bisekinin ku dixwaze xewin û xeyalên xwe di pêkanîna hevpeymana Milî de bi cih bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.