Ahmet Aktaş
Weke hinek mehan, di meha Gulanê de jî gelek bûyerên girîng û watedar rûdane. Ji van bûyeran çend heban wisa mirov dikare nişan bide û wan şîrove bike.
Di vê gotarê de bêhtir wê şîrove li ser du bûyerên 6ê Gulanê pêkhatine were rawestandin. Ew jî; yek jê bûyera li sêdarêdana Deniz GEZMIŞ, Yusuf ASLAN û Huseyin INAN(1972) e, ya din jî êrîşa jibo tinekirina Rêbar APO(1996)ye.
Li gel van bûyeran, di wext û demên cuda de gelek bûyerên din ên giring jî hene. Weke bi nav. mirov dikare hinekan ji wanan jî wisa destnîişan bike:
Di sala 1973an de pêşengekî Şoreşa Tirkiyeyê İbrahim KAYPAKKAYA, ji pêşengên Tevgêra Azadiya Kurdistanê di l978an de Halil ÇAVGUN, di 1982 de, li zindana Amedê Ferhat KURTAY, Necmi Öner, Eşref ANYIK û Mahmut ZENGIN, li Qendîlê Mehmet KARASUNGUR û İbrahim BILGIN, Kasim ENGIN, di komkujiya Hewlêrê de li gel Salih, Hêlin û Ozan 34 şehid.
Hozan Mizgîn(Gurbet AYDIN), Rojbîn Serhat, Ekin Ceren DOGRUAK, Uta SCHNEIDERBANGER, Îdamên li Îranê Şirin ELAMHÛLÎ û 3 hevalên xwe û li Iraqê Leyla QASIM.
Bêguman divê ji şehadetên vê heyvê Haki KARER ti cara neye jibîrkirin. Ji ber ku ji şehîdên enternasyonalistê pêşêngên despêkê yê Tevgêra Azadiyê ye. Herwiha ji aliye Tevgera Azadiya Kurdistanê ve, roja şehadeta wî 18ê Gulanê (1977), weke roja şehîdan û meha Gulanê jî weke MEHA ŞEHÎDAN hatiye ragihandin.
Em vegerin ser mijara li sêdarêdana Denizan û êrîşa li dijî Rêber APO.
Weke bêrê jî gelek caran hatibû gotin ku dewleta qirker a Tirkan, jibo van rojên êrîşên qirker ên giring; rojên balkêş hildibijêre. Lewma ev êrîşa bir ser Rêber APO, di heman roja 6ê Gulanê ya ku Denîz û hevalên xwe idam kir hilbijart.
Pişti gelek salan, mirovên dewletê yên berpirsiyarên MIT’a wan jî, li xwe mikûr hatin ku ev êrîşa xedar çawa tevgêr kirine û çawa jibo tunekirinê çendîn berfireh xebitine?
Teksiyek 1000 kilo teqemeniya C4 bar dikin û dajon ser warê ku Rêbererî lê dimine. Bi teqîna teksiyê re, erê mirên nabe lê bi bandora wê re gelek avahî derbê dixwun û dengê wê bi çend km’an diçe. Vê êrîşa MIT’a Tirkan, di çapeniyê de bi navê “çalakiya MERSEDESê” gelek deng veda.
Hilbet dewleta tirka û fermandarên wê yên navdewletî ranewestiyan. Jiber ku biryar dabûn; diviya ev “Rêberî” were rakirin, jiber ku li pêşiya dzayna/projeya wan a sedsala 21an kelem bû! Jixwe tê zanîn ev êrîşa wan; êdî mirov bi hêsanî dikare bêjê “PLANGERIYA NAVDEWLETΔ, heta Kenya çû û vegeriya li IMRALI bêhna xwe veda ye!
Dikevin pey kesen ku li ber siyaseta pergala wan asteng bin; mîna Dr.Şivan (bi alîkariya xiyaneta Berzanî) û hwd.jibo ku ji holê rakin, her derfetên xwe û lîskên qirêj bikartînin. Ji ewqas serihildanan, rêberek tinê Dr.Nûrî Dêrsimî filîtî bû. dan pey wî jî, heta Emmanê, Bêrûdê, Şamê, Helebê û Efrînê çûn. Encax dikaribû xwe li Efrînê, bi alikariya Welatparêzên wir ji êrîş û zumla dewleta Tirkan rizgar bikin.
Rêber APO, li ser van mînakan gelek caran diaxivî û digot “ez weke ew kesê ku bermayê ji ber şûr filitî me, Jiber ku piştî şehadetên van pêşangan(Deniz, İbrahim, Mahir û hwd.)jî, nuha yê li derve sax maye; ez tinê me û barê şoreşa Tirkiyeyê jî kete ser milên me”!
Weke Rêber APO dibêje, barê Tevgêra Azadiyê giran bûye, belê paralelî wê destkeftiyên neteweyî û hevalbendiya navneteweyî jî mezintir bûye.
Rêberiya Apoyî ya sedsala 21’ê, bi ser dikeve!






