Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Faşîzma tirkî li Sûriyê plana dagîrkeriyeke nû dike

11/05/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Faşîzma tirkî li Sûriyê plana dagîrkeriyeke nû dike
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Dewleta tirkî qirkirin û tevgera dagîrkeriyê bi hev re dimeşîne. Mînaka vê ya herî berbiçav li Sûriyê dibe. Çawa ku tê zanîn li Sûriyê herêma herî ewle û demokratîk Efrîn bû. Efrîn ku bi zeytûnên xwe navdar e, piraniya wê Kurd bûn. Dewleta tirkî bi edebiyata terorê bû bela û Efrîn dagîr kir. Pirsgirêk bi kuştin û dagîrkirinê sînordar nema. Qirkirina neteweyî kir. Bi sedhezaran malbatên çeteyan ji derve anîn li Efrînê bi cî kirin. Xwediyên wan erdan li şehba û herêmên din bi koçberî dijîn. Dewleta tirkî li Sûriyê hem dagîrker e, hem qirkirinê dike hem pirsgirêkeke aborî ya giran afirand. Herwisa tovê şerekî mayînde çand.

Erdogan li civîna NY nexşeya erdê dagîr bike nîşan dabû û diyar kiribû ku wê ji Efrîn heta Dêrikê bi kûrayiya 30km. erd bide xwediyên wî yên rastî. Herwisa 3 milyon Sûriyên li Tirkiyê li wan herêman bi cî bike. Nexşeya Erdogan nîşan dayî nexşeya herêmên Kurd lê dijîn bû. Erdogan bi awayekî eşkere gotibû, emê Kurdan ji ciyê wan derxin û kesin din bînin ciyê wan.

Tişta ku Erdogan wisa bêpakî û wêrek kirî helwesta Ewropa, Amerîka û welatên erebî bû. Ku bêhelwesta man, wî jî dev ji plana xwe berneda. Dema firsetê dibîne dixebite ku bi cî bîne. Li Tirkiyê niha dîsa mijara koçberan ketiye rojevê. Erdogan li Sûriyê dibe sedema pirsgirêkên pir giran yên navxweyî jî. Ev erd ne vala û bêxwedî ne. Yên ji derve tên anîn wê bi xwediyên erdan re werin hemberî hev. Erdogan erdê kê dide kê? Tuyê hem tevayiya qanûnên navneteweyî binpê bikî û welatekî dagîr bikî, hem sûcên giran yên şer bikî hem bi jimara civakeke welatekî din çawa bixwazî bilîzî.

Van rojan li Tirkiyê dîsa koçberên Suriyê ketine rojevê. Erdogan van koçberan li hemberî Ewropa weke çekekê bi kar tîne. Herwisa wan ji bo aboriya xwe di karê erzan de dixebitîne. Weke din ji bo geşkirina nijadperestiyê û ji bo hilbijartinê wan di siyaseta navxweyî de weke amûrekî bi kar tîne. Li aliyê din ji bo firehkirina herêmên darîrkirî li Sûriyê û sererastirina wî welatî li gorî xwe koçberan weke kartekê di destê xwe de digire. Di gel vê li ser navê van koçberan ji Ewropa bi milyaran Euroyan distîne. Lê ne ev tenê, van koçberan ji bo şer jî bi kar tîne. Îro çeteyên çekdar yên li Azerbaycan, Libya û Sûriyê bi kar tîne, ji van koçberan û herêmên dagîrkirî kom dike.

Erdogan, zorê dide dinyaya derve, bi taybetî Ewropa ku li hemberî êrişên ser Sûriyê û dagîrkirinê destekê bidinê, yan jî bêdeng bimînin. Wisa dihizire ku wê Ewropa jê re bêje, wan bi ser min de neşîne ezê jî çavê xwe ji kiryarên te re bigirim.

Erdogan dixebite ku stratejiya qirkirina Kurdan temam bike. Vê wiha dike: Bi jimara Kurdan dilîze, wan ji ciyê wan dike û Ereban, bi taybetî Ixwaniyan li şûna wan bi cî dike. Weke din dewleta tirkî di mijara Antakya de xedîtecrûbe ye. Piştî ku kesên bi xwe ve girêdayî bi cî bike, di salên pêş de wê biçe referandûmê. Wê bêje xelk dixwazin bi Tirkiyê ve bên girêdan û bi wî rengî wan ciyan bi ser Tirkiyê ve bike. Kesê bêje faşîzma tirî ev hesab nekirine di nava xefletê de ye. Erdogan dixwaze ji Helebê heta Mûsil û Kerkûkê tevlî Tirkiyê bike. Ji bo wê Peymana Lozanê rexne dike û qebûl nake.

Faşîstekî weke Suleyman Soylu dibêje, emê milyonek koçberan li Til Ebyed, Serê Kaniyê bi cî bikin. Wisa xuya dike ku ev mijar di rêveberiya tirkî de hatine nîqaşkirin û bûne biryar. Niha rayagiştî ya hundir û derve ji bo vê amade dikin. Ev herêmên mijara gotinê ji Cotmeha 2019an ve di binê dagîrkeriya tirkî de ne. Xwediyên van erdan bi giranî niha di çadiran de koçber in. Çima destûrê nadin ku xwediyên van erdan vegerin, dixwazin ji Tirkiyê bînin li ser wan erdan bi cî bikin? Eşkere ye ka çiqas niyeta dagîrkerên tirk xirab û bixeter e. Ji bo wê divê ti kes nebe amûrê van lîstikên tarî û bixeter û destekê nediyê. Bi taybetî divê gelê Sûriyê bi dijwarî li hember derkeve û destûrê nede ku tovê şerê navxweyî bê çandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.