Rojnameya Ronahî

Nameyek ji bo rûspî û rêberên Kurdan

Sîpan Şînda

Gelî rûspî û rêberên Kurdan yên hêja û qedirbilind, ez vê nameyê ji we re dinivîsim ji ber ku hinek dem hene divê rêber û rûspî di wan deman de rola xwe bilîzin û peywira xwe ya rûspîtiyê û rêberiyê pêk bînin. Îro tam ew roj e ku hûn destê xwe bidin hev û dengê xwe bilind bikin. Ez li vir qala dîroka Kurdistanê ji we re nakim. Ez qala girîngî û xurtbûna çanda Kurdî ji nakim. Herwiha ez ti ajîtasyonan ji nakim. Ez dixwazim tiştekê tenê bînime bîra we: Peywira we! Belê peywirek li ser milê we ye û îro roja wê ye ku hûn wê peywira xwe pêk bînin. Ka ji kerema xwe re du deqîqeyan guhdarî xulamê xwe bikin.

Ezbenî, eve sed sal in li Kurdistanê şerê man û nemanê tê kirin. Bi dehan serhildan li hemberî çar dewletên dagîrkerên welatê me çêbûne, lê mixabin ji ber ku welatê me çar parçe ye û yekîtiya me nîne, hê me nikariye ti mafî bi dest xwe ve bînin ji xeynî nîvdewletiya li Başûr. Weke hûn dizanin, neyarên me ne yek in. Ew her çend neyarên hev in jî, bes dema mijar dibe Kurd ew birayên hev in. Ji ber wê gelek caran ew neyarên hov bûne sedem ku Kurdan birakujî di nava xwe de kiriye. Van neyarên Kurdan fesadî û ewanî di nava Kurdan de kirine û berdane he. Kurdan di nava tixûbê kîjan ji van çar dewletan de serhildanek kiribe her siyên din jî alîkarî dane dewleta din û serhildan tefisandine û Kurd kuştine. Îro jî heman tiştê dikin. Ji ber ku firşikê wan ji fesadiyê ye. Ji ber ku ew dizanin ji bo wan tişta herî baş bêtifaqiya Kurdan e. Ez dizanime çêkirina yekîtiya Kurdan îro ji çûna feqîrekî ya li ser esmanê heftan zehmettir e. Lê ka werin ji kerema xwe re hema hewl bidin bila Kurd şerê biratiyê nekin. Ka werin nehêlin mam û birazî, xal û xwarzî, pismam û dotmam di çeperan de rûnin û terman ji hev bêxin.

Gelî hêjayan, ez dizanime ez daxwaziyeke “mezin” ji we dikim. Lê ji kerema xwe re vî xulamê xwe neşkînin û zend û bendên xwe hildin û bikevin nava liv û tevgerê. Li hev kom bibin û herin xwe bavêjine mala serokên partiyên Kurdan û ji mala wan ranebin. Heke ew deriyê xwe ji we re venekin, hûn ji ber deriyê wan newin û li ber deriyê wan rûnin. Li wê derê têhn û birçî bimînin lê dîsa jî ji ber deriyê wan ranebin. Bila berevanên xwe rêkin û hewl bidin bi darê zorê we ji wê derê rakin lê dîsa jî ranebin. Bila xeber û dijûnan bidin we, bila li we bidin lê dîsa ranebin û daxwaziya xwe ji wan re bêjin. Ji wir ranebin heta ku daxwaziya we pêk bînin. Ji wan re bêjin gelê Kurd ne hewceyî nan û ava we ye. Gelê Kurd hewceyî biratiyê ye û gel naxwaze zarokên wan hev bikujin. Gelê Kurd dixwaze bi hev re di nava aştiyê de bijî û naxwaze neyartiya hev bike. Ji wan re bêjin tenê armancek ya hemû Kurdan heye; azadiya Kurd û Kurdistanê. Ev sed sal in hemû Kurd ji bo vê armancê şerî dikin û bi vê xiyalê dijîn. Herwiha ji wan re bêjin her çar parçeyên Kurdistanê ya her Kurdî ye û Kurdek nikare birayê xwe ji mala xwe derxe.