Rojnameya Ronahî

QSD: Serçeteyekî DAIŞ’ê û 2 hevkarên wî hatin girtin

Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku Yekîneyên Antî-Teror yên girêdayî QSD`ê li bajarê Reqayê serçeteyekî DAIŞ’ê û 2 hevkarên wî girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Yekîneyên Antî-Teror (YAT) bi ser mala ku serçeteyekî çeteyên DAIŞ’ê xwe lê vedişartî girt û bi serçeteyê DAIŞ`ê re belge û miqdareke çekên pê re desteser kir in.

QSD`ê her wiha ragihand ku 2 çeteyên herêmî yên hevkarî bi wî serçeteyê DAIŞ`ê re dikirin jî hatin girtin.