Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG: 11 dagîrkerên artêşa tirkî hatin cezakirin

09/05/2022
in NÛÇE
A A
HPG: 11 dagîrkerên artêşa tirkî hatin cezakirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

HPG’ê 8`ê Gulanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li herêmên Avaşîn, Zap û Xakurkê di çalakiyên gerîlayan de, 11 dagîrkerên artêşa tirkî hatine cezakirin û derb li 2 helîkopteran hatiye xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“”Di encama çalakiyên tîmên me yên gerîlla yên bi tevger ku bi ruhê milîtaniya Apoyî li dagirkeran xistine û taktîkên gerîla bi bandor bikar anîne de, 11 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker birîndar bûne, çeperek hatiye rûxandin û derb li 2 helîkopterên Skorsky hatiye xistin.

Agahiyên têkildarê çalakiyên hatinî lidarxistin bi vî rengî ye:

  1. Li herêma Avaşînê;

– Di 28 û 29’ê Nîsanê de helîkopterên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Şûkê bi çalakiyên koordînekirî ji aliyê hêzên me ve bûne hedef. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de 2 helîkopterên skorsky hatin derbkirin. Dîsa di 27 û 30’ê Nîsanê de hêzên me destwerdan li helîkopterên êrîşê ya ku xwest herêmê bombebaran bike, kirin û ew helîkopterên êrîşê neçar man ji qadê derkevin.

– 7’ê Gulanê saet 12:00’an du çeperên dagirkeran ên li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û ji nêz ve derbên giran li wan xistin. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin û çeperek jî hate derbkirin.

  1. Li herêma Zapê;

– 6’ê Gulanê saet 12:30’an de, dagirkerên li derdora çeperên şer ên Kevirêkun ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bûn, hêzên me yên YJA Starê ve bi taktîka sûîqestê li wan da. Di encama vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin.

– Di 7’ê Gulanê saet 08:40’an de, dagirkerên li derdora çeperên şer ên Kevirêkun ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin û ji du aliyan ve hedef hatin girtin. Baskê yekem ê çalakiyê; bi bombeyên destan û çekên ferdî bi taktîka vedizînê (sizma) li dagirkeran xistin û 3 dagirker ceza kirin. Baskê duyem ê çalakiyê; dagirkerên di nava tevgerê de bûn hedef girtin û 1 dagirker birîndar kirin. Di heman rojê de saet di 11.30’an de bi taktîka sûîqestê dagirker hatin hedefgirtin û careke din li wan hat xistin û 1 dagirker hate cezakirin.

Di encama vê çalakiya ku tîmên me yên gerîlla yên bi tevger bi taktîkên vedizînê, êrîş û sûîqestê pêk anîne, 4 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

– Di 7’ê Gulanê saet 16:00’an de hêzên me li dijî dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Ortê yên Qada Berxwedanê ya Karker çalakiyeke koordînekirî ya gerîla lidarxistine. Di encama vê çalakiyê de 1 dagirker hat cezakirin û 1 jî birîndar bû.

– Di 7’ê Gulanê saet 22.00’an de hêzên me ve bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn xistin. Hedefên ku di encama vê çalakiyê de hatin tespîtkirin bi awayekî serketî li wan hatin xistin.

  1. Li herêma Xakurkê;

– Di 7’ê Gulanê saet 18:20’an de dagirkerên li Girê Şehîd Axîn ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin.

  1. Artêşa Tirk a dagirker 12 caran bi balafirên şer û bi dehan obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir. Agahiyên derbarê êrişan de wiha ne:

– Di navbera 6 û 7’ê Gulanê de herêma Girê Ortê ya girêdayî herêma Metîna û derdora gundên Hirorê, Deşîşê û Êdinê ji qereqolên li ser xeta sînor bi obus û çekên giran hatin bombekirin. Di 7’ê Gulanê de herêma Girê Ortê 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

– 7’ê Gulanê saet 19:10’an Girê Cûdî yê herêma Zapê 3 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.

– 7’ê Gulanê saet 13:30’an derdora Ava Lolan a herêma Xakurkê bi balafirên şer hatiye bombebaran kirin.

– Di 7’ê Gulanê de qada Çemço ya herêma Zapê, ji qereqolên li ser xeta sînor bi obus û çekên giran ve hate bombekirin. Di 8’ê Gulanê de qadên Karker û Saca 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– 8’ê Gulanê saet 06:45’an quntarên Girê Zengil ê herêma Garê bi balafirên şer hat bombebaran kirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.