Rojnameya Ronahî

Gavên wî yên dawî ne!

Dilyar Cizîrî

Dewleta Tirkan ya dagîrker ji bo qirkirina gelê Kurd êrişên xwe derxistine asta herî jor. Li başûrê Kurdistanê li dijî herêmên gêrîla ji roja 17’ê nîsanê ve bi hêzeke mezin û bi hevkariya çekdarên PDK’ê êriş dike. Li vir gêrîlayên HPG’ê û YJA-Star bi qehremaniyeke mezin li ber xwe didin û rojane, derbên giran li êrişkaran dixin. Dewleta Tirkan ji bo encamê bigire, çekên kîmyayî jî bi kar tîne û êrişa xwe bi hemû hovîtiyê didomîne.

Di heman demê de êrişên li ser Şingalê ku ji aliyê hikûmeta Iraqê û PDK’ê ve pêk tê, beşek planên dewleta Tirkan e û di heman konseptê têne meşandin. Dixwazin li Şingalê jî hebûna civaka Êzîdî bi dawî bikin û sîstema Rêveberiya Xweser a wê derê bi dawî bikin. Li vir jî Kurdên Êzîdî li dijî planên wan berxwedanek mezin nîşan da û heta niha hemû hewldan û êrişên wan vala derxistin.

Balkêş e, dewleta Tirkan hemwextî wê êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Em dibînin rojane xetên Til Temir, Zirgan û Şehba têne topbaran kirin. Ne tenê wiha, lê belê vê carê topên wan gihan bajarê Kobanê jî. Li vir jî xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şervanên wê li dijî Êrişan ber xwe didin û planên wan pûç dikin. Lê dewleta Tirk ji bo planên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bîne, niha dixwaze li herêmên dagirkirî mîtîngeriyê pêş bixe. Dixwaze xelkên Sûriyê yên ji herêmên din koçber bûne û li Tirkiyê bi cih bûn li herêmên dagirkirî bi cih bike. Ev jî tê wateya bi cihkirina koçberan li cihekî ne aram. Ya din jî wê xelkê li cihê şêniyên resen bi cih bikin. Ev jî wê rê ji tevliheviyeke demdirêj û şerê navxxweyî re veke.

Balkêşe di hemwextî wê tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya vê dawiyê û êrişên wan ên bi navê “Tola ji her dû Şêxan re” ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin, beşek ji planên dewleta Tirk e. Tişta vê isbat dike jî, belge û mukirhatinên çeteyên ji aliyê QSD’ê ve têne girtin e.

Balkêşe, di heman konsptê de heman demê tecrîda li Îmralî li dijî Rêber APO jî girantir kirine, ev saleke tu agahî jê nayê girtin. Bi hinceta displînê hevdîtina bi parêzeran re tê redkirin. Bi vê jî dixwazin di dema planên xwe pêk tînin, gelê kurd ji rêber Ocalan qut bikin û rê nedin perspektfên Rêbertî bighêjin gelê kurd û tevgera azadiyê.

Ji ber ew dizanin perspektîfên Rêber APO di hemû deman de bûne sedema gavên mezin ji gelê kurd û tevgera azadiyê re. Ew jî her dixwazin rê nedin peyam û perspektîfên Ocalan derkevin. Bi giştî planên dewleta Tirk ên behsa mijarê di çarçoveya berdewama komploya 9’ê Cetmehê ya li dijî Rêber APO de pêk tên, hîn jî rola NATO û Amarîka di planên dewleta Tirk de serkêşiye. lê ji dane û geşedanên di herêmê de diyar dibe, Amarîka û NATO vê carê fersenda dawî dane Erdogan ku plan û projeyên xwe yên tunekirina gelê kurd bi dawî bike. Ji lewma Erdogan hebûna lez daye pêkanîna planên xwe yên qirker.

Lê berxwedan û tekoşîna gelê Kurd li hemû qadên êrişan planên dagirkirinê yên dewleta Tirk têk dibin. Bi rakirina asta berxwedanê wê hikûmeta AKP/MHP’ê muheqeq têk biçe. Ev jî wê bibe destpêka serkeftina mezin a li hemû qadên tekoşînê. Li gorî xuya dike encam wê di sala li pêş me de wê zelal bibe. Bi taybet peymana sedsalê di wê demê de bi dawî dibin û mecbûriyê hêzên hegemon pê heye, peyman û planên nû deynin. Her aliyek jî wê li gorî hêza xwe tê de cih bigre.