Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dîsa Şingal

08/05/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
1200 maskeyên gerîla
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Di 3’yê Nîsanê de, di ANF’ê de nûçeya bi sernivîsa; ‘Fîlmê ‘Hêza’ xelata xwe ya sisiyan li Los Angelesê girt’ bala min kişand.

Naveroka film wiha bû: Di sala 2015’an keçeke Êzîdî li Şingalê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye revandin. Pişt re bi awayekî rizgar dibe û tevlî nava refên şervanên YPJ’ê dibe. Piştî tevlîbûnê, hem tola xwe digire û di heman demê de tola hemû kesên di wê fermanê de hatine qetilkirin digire.

Piştî fermana Şingalê wek vî fîlmî, gelek pirtûk hatin nivîsandin, gelek film û dokumanter hatin çêkirin. Bi navê Nadiya Mûrad kesek xelata Nobelê ya aştiyê girt. Stran û lorîn hatin qîrkirin. Di meş mîtîngan de fotografên ku wê demê hovîtiyek bi çi rengî li Şingalê hebûye hatin bilindikirin. Ewqas!!!

Lê bi saya şervan û gerîlayên Kurdistan, Şingal rizgar û azad bû. Kurdan li vê derê birînên xwe bi destê xwe peçan. Rêveberiya Xweser îlan kirin. Di vê sîstemê de di meclîsên hatine avakirin de, cîh dane hemû ol, bawerî, civak û neteweyan.

Li Şingalê di bin yek asûmanî de azad dijiyan. Ji bo parastinê hin hêzên leşkerî bi nave YBŞ ava kirin. Azad bûn…Ev azadbûna wan gelek hêz û dewletên heremê aciz dikir. Û ev hêz dîsa şûr û mertalê bav û kalê xwe ji dîwar anîn xwar û berê xwe dane Şingalê.

Piştî di navbera Rûsya û Ukranya de şer dest pê kir xetên gaz û niftê ji nû de hatin xêzkirin. Pênûs di dest wan de û nexşeya rojhilat li pêş wan ser Şingalê xêz dikirin. Hevserokê Konsêya Rêveber e KCK’ê Cemîl Bayik jî got; “xet û boriyên gazê di Kurdistan de derbasî Ewropa dibin ji bo vê yekê berê xwe dane Kurdistan.”

Baş e lê çima Şingal? Şingal di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistan de cîhek pir stratejîk e. Di heman demê de ji bo dewletên heremê û Amerîka jî deverek stratejîk bû.

Dijminê kurdan ev  herêm ji bo vê yekê ji xwe re kirin hedef. PDK jî parçeyek vê plana ku li Şingal ketî meriyetê de cîh digire. Ew jî li du paqijkirina lekeya reş a sala 2014’an.

Kî tune ye ku ji bo berjewendiyên xwe berê xwe ne dabe Şingalê? Bifikirin kesek wek Kazimî jî ku di mala xwe de nikare bibe desthilatdar, li ser Şingalê hisaban dike.

Baş e ev dijmin û PDK’î ne, em wan derbas bin. Lê wan saziyên ku xelat didan, nivîskarên ku pirtûk dinivîsîn, derhênerên ku film û dokumanter çêdikirin, stranbêjên ku li ser Şingal stran çêdikirin; hûn  li hemberî êrişên li ser Şingalê çima îro bêdeng in?

Gelo hûn li bendê ne komkujiyek din pêk were û ji were firsendên berhemên nû derkevin. Îlhama nivîsandina pirtûk û senaryoyan li we peyda bibe. Li ser êş û xwînê hilberadina hunerê pir şerm e. Hunermend ew e ku pêşî li zilmê û şeran bigire. Nabe ku her wek di kemînê de li benda nêçîra xwe bisekine.

Îroj hêj komkujî destpênekirî; film, stran, helbest, pirtûkên xwe li ser hewldanên êriş, plan û peymanên dagirkirina Şingalê çêkin da ku trajediyên wek sala 2014’an neyên dubarekirin. Helwesta mirovahiyê ya bi wijdan eve. Divê ku hûn balê bikişînin li ser metirsiyên mezin ê paşeroja Şingalê.

Ev car wê wijdanê we destûr nede ku hûn carek din li ser êş û azarên Êzîdiyan, ji xwe re lotika bavêjin. We gelek lêkolîn kir û hûn bûn şahid ku di fermana 73’yan de li wê axê, li wê Şingalê çiqas êş hebû. Dive hûn li gorî vê yekê tevbigerin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.