Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QSD`ê bîlançoya êrişên miha nîsanê yên li ser herêmê eşkere kir

06/05/2022
in NÛÇE
A A
QSD`ê bîlançoya êrişên miha nîsanê yên li ser herêmê eşkere kir
Share on FacebookShare on Twitter

QSD`ê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di Nîsanê de eşkere kir. QSD`ê da zanîn ku êrişên dewleta tirkî yên ser herêmê sûce û got, ev êriş bi armanca zîndîkirina DAIŞ’ê tên kirin, her wiha da xuyakirin ku piştî êrişên dewleta tirkî DAIŞ’ê jî dest bi êrişan kirin.

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî yên di meha Nîsanê de eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev demeke dirêj e sûcan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, nexasim herêmên li eniyên şer, gund û bajaran rojane êrişên bejahî û hewayî pêk tînin û sivîl dibin qurbanî. Lê ji ber mijûlbûna cîhanê bi şerê li Ukraynayê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin û ev yek bi kar anî û dest bi planên dagirkirinê yên nû kir.

Di Nîsanê de hemwextî gefên çeteyên DAIŞ`ê ku yên destpêkirina şerê “El-Sair Lîlşêxên” anku “Tolhildana Herdu Şêxan”, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û bi balafiran êrişên xwe zêde kirin. Li rex wê jî dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê dest bi propagandayê kir ku gelek windahiyên di nava refên me yên leşkerî de çêbûne û gelek nûçeyên derew belav kirin. Li kêleka wê jî dewleta Tirk hemû pêkhateyên herêmê û kêmneteweyên wê kirin hedef nexasim gundên asûriyan, koçberên Efrînê yên li Şehba, Eyn Îsa, gundên Girê Spî û Minbicê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armancên wê yên qirêj radixin pêş çavan, nemaze ku jîngehan dike hedef, da ku şêniyan neçar bike ku koçber bibin û malên xwe terk bikin. Di Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker li Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa, gundewarê Girê Spî, Minbic, Şehba û Kobanê bi hezaran ton taqemenî bi ser malên sivîlan de berdan û zirarên mezin gihîştin mal û milkên wan. Her wiha nehişt sivîl biçin nav mezreyên xwe, vê yekê bandor li saziyên Rêveberiya Xweser kir ku ji ber êrişên domdar xebatkarên saziyên kehrebeyê û avê, dibistan û mizgefan nekarîn xebatên xwe bigihînin serî.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pîroziya meha Remezanê jî paşguh kir û rojane herêm kir hedef û peydakirina pêdiviyên jiyanê zehmettir kir, bi taybet li eniyên şer. Şerên di navbera komên çeteyan de li herêmên dagirkirî jî azarên welatiyan zêde kir nemaze yên şêniyên resen ên wan herêman.

Bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên Nîsana 2022`an, wiha ye:

596 êrişên bejahî yên bi top, tank û obîsan

13 êrişên bi balafirên bê mirov yên bi çek

2 êrişên bi balafirên bê mirov yên xwekuj

3 êrişên bi moşekan

19 sûîqast

122 êrişên din bi doçka, êrişeke bi çeka BKC

Miqdara taqemeniya ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên li dijî malên welatiyan û zeviyên wan de bi kar anîne: 23 ton

36 mal zirar dîtine

3 sazî (kehrebe, dibistan û saziya avê) zirar dîtine

2 sivîl şehîd bûn

5 şervan şehîd bûn

23 welatî birîndar bûn

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li benda nûçeyên xweş in ku rêxistinên hiqûqî û civaka navneteweyî dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber sûcên li dijî wan kirine, hesab jê bixwazin. Her wiha li bendê ne ku hêzên garantor gavên pratîk bavêjin. Her wiha fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku komkujiyên dîtir pêk neyne û dagirkeriya xwe li herêmên Sûriyê bi dawî bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.