Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Mizgeftê projeya çandina bi hezaran daran bi dawî bû

06/05/2022
in NÛÇE
A A
Li Mizgeftê projeya çandina bi hezaran daran bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê armanc dike ku zeviyên çandiniyê li herêmê zêde bike. Di vê çarçoveyê de projeya avakirina daristaneke sînaî li Mizgeftê ya li gundewarê Tirbespiyê bi dawî bû.

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê, bi koordîneya bi Rêveberiya Çandinî û Avdanê re ji meha Nîsanê ve, projeya avakirina daristaneke sînaî li herêma Mizgeftê ya bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê bi dawî kir.

Desteyê bi rêya gerînendetiyên jîngehê yên girêdayî wê armanc dike ku rûberên çandiniyê û kesk li herêmê zêde bike. Da ku pêşî li çolistanê bigire, avhawa û qirêjiya jîngehê baş bibe.

Li daristana sînaî ya Mizgeftê 3 hezar û 430 darên hawirdorê li rûberek ji 4 hektar hatin çandin.

Ew dar bi jenetoran ku avê ji bendavê dikişînin tên avdan û bi rêya boriyan digihîne daristanê.

Proje bi beşdariya pispor, endezyarên çandiniyê, pisporên avê û koordînaya daristanên sînaî, di çend qonaxan de hat pêkanîn.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê, Silêman Ereb ji ANHA’yê re got: “Ev yekemîn proje li herêma Cizîrê ye ku li gorî avhaweya herêmê ye û armanca wê ya sereke zêdekirina rûberên çandiniyê ye.”

Silêman Ereb bal kişand ser girîngiya daran û zêdebûna wan li her herêmekê û piştrast kir ku ew di paqijkirina hawayê de dibe alîkar.

Ereb diyar kir ku deste hewl dide projeyên mîna vê li Dêrik û Çilaxa de jî pêk bîne.

Piştî ku Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê proje bi dawî kir, radestî Desteya Çandinî û Avdanê kir, da ku xizmetî wê bikin.

Rêveberiya Xweser piştgirî dide însiyatîfên ku çandina daran li herêmê teşwîq dikin. Silêman Ereb bal kişand ser ku ew amade ne însiyatîfan li dar bixin, avê dabîn bikin û piştî çandina daran parastina wan bikin.

Gerînendetiya Jîngehê ya herêma Cizîrê gelek caran dest bi pêngava paqijkirina Mizgeftê kiribû û bang li welatiyan kiribû ku girîngiyê bidin paqijiyê û parastina daran.

ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.