Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Polîsên Tirk dor li Navenda Giştî ya HDP’ê girtin

06/05/2022
in NÛÇE
A A
Polîsên Tirk dor li Navenda Giştî ya HDP’ê girtin
Share on FacebookShare on Twitter

Ji ber komek ku li pêşiya Navenda Giştî ya HDP’ê civiya, polîsan dor li avayiyê girt. Amirê polîsan gef li Ayşe Acar Başaran ya HDP’yî xwar û jê re got, ezê te li bin guhê dîwêr bixim.

Di bin ewlehî û parastina polîsan de komek anîn ber Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan û xwestin çelengê deynin ber avahiyê û daxuyaniyekê bide.

Koma ji 3 kesan ku îdîa dikir zarokên wan li nava PKK’ê ne, bi alên Tirk daxuyanî da û piştre çû. Tevî vê yekê jî polîsên Tirk li ber avahiyê sekinîn. HDP’iyan diyar kirin ku polîs dixwazin li pêşiya avahiyê provokasyonê bikin û nerazîbûn nîşan dan. Polîsan jî bi devkî û fîzîkî êrişî HDP’iyan kirin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî provokasyona polîsan da û xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê. Dema ku Acar Başaran got, “Ez ê daxuyaniyê bidim” polîsan çapemenî ji herêmê dûr xistin. Ji bo Acar Başaran jî got, “Wekîl bixin hundir.” Başaran axaftina xwe dewam kir û got, “Polîs ji bo provokasyonê bike hatiye ber avahiya me. Çelengek heye, polîs ji bo parastina vê çelengê hatiye wezîfedarkirin. Ji xwe re maf dibînin ku êrişî me bikin.”

Başaran bi biryardarî xwest daxuyaniyê bide û got, “Mafê min ê demokratîk asteng dikin. Em ê li hemberî provokatoran û êrişan têk neçin.”

Amîrê polîsan jê re got, “Bêje ku zarokên van li ku ne.” Başaran jî bavê xwe yê ku di salên 1990’î de bi kiryar nediyar hate kuştin bi bîr xist û got, “Wê demê li kujerê bavê min jî bipirse.”

Li ser vê bersiva Başaran polîsan heqaret lê kir û ji Başaran re got, “Ez ê te li bin guhê dîwêr bixim.”

Başaran û endamên HDP’ê nerazîbûn nîşanî polîsan dan.

Dorpêça polîsan a li ser Navenda Giştî ya HDP’ê dewam dike. HDP’î jî dirûşma “HDP gel e gel li vir e” diqîrin.

ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.