Zekî Bedran
Êrişên dewleta tirkî yên li Sûriyê her ku diçe pirtir dibin. Ev êriş ji ji şerê li başûrê Kurdistanê ne cu da ne. Di demekê de ku dinya bi Ukrayna ve mijûl e, Erdogan dixwaze Kurdan biperçiqîne û hin herêman dagîr bike. Li milekî êrişên giran li Başûr dibin, li milê din dixebite ku li herêmên din yên Kurdistanê bixe nava kaosê û pêşiya yekîtiya Kurdan bigire. PDK vê siyaseta qirkirinê destek dike û rewabûnê didiyê. Ji bilî vê li Rojhilata Navî yên eşkere destekê bidin Erdogan nayên dîtin. Serokwezîrê Iraqû bi wan re li hev bike û bin re destekê bide wan jî eşkere wan naparêze. Serokê Yekîtiya Ereban û hema hema hêzên Iraqî tevan ev dagîrkerî şermezar kirin û fikarên xwe diyar kirin. Îran jî nerihet e. Dagîrkeriya tirkî ji hundirê Iraqû ber bi sînorê wê ve diçe. Welatên Ereban yên din jî bifikar in. Rêxistinên weke DAIşê û El Nusra sûdê ji vê tevlîheviyê digirin û xwe bi rêxisin dikin.
Amerîka û hêzên koalisyonê bi qasî ku tê dîtin van êrişên Tirkiyê destek dikin. Ku ne wisa bûya, wê daxuyaniyek bidan, yan jî tedbîr bistandan. Lê hewldana Erdogan ya dagîrkeriyê ji ber ku wê bibe sedema tevlîheviya herêmê koalisyon jî di navê de wê her kes bi awayekî neyînê jê bibandor bibe.
Hêzên bakur-rojhilatê Sûriyê wê weke berê nikaribin bala xwe bidin ser rêxistinên weke DAIş`ê. Lewre SÎHAyên Tirkan bênavber wan bombebaran dikin, şervan û fermandarên xwe winda dikin. Hêzeke ji paş ve bê lêxistin nikare bala xwe bide ser pêşiya xwe. Weke din dewleta tirkî û çeteyên wê bênavber Êrişî Kobanê, Minbic, şehba, En Îsa û Til Temir dikin.
Ev êrişên Tirkiyê diyar e ku bandorê li rêveberiya şamê û Rûsya jî dikin. Rûsya jixwe bi Ukrayna ve mijûl e.Şam jî bi serê xwe nikare tiştekî bike. Di rewşa heyî de zemînekî pir xweş ji DAIş û El Nusra re derdikeve. Erdogan bi taybetî ku mirinê û dagîrkeriyê bi ser Kurdan de disepîne, behsa aştiya li Ukrayna dike. Ev taybetiya kesên faşîst û otorîter e. Li cem wan pîvan û edalet nîne. Her rê rewa dibînin.
Erdogan, piştî kuştina Cemal Kaşikçi Erebistana Siûdî bi dijwarî rexne dikir. Bi kuştinê sûcdar dikirin. Niha dosyaya Kaşikçi firotin Siûdiyan. Ji bo bidestxistina hin dolaran, bi hêsanî rûmeta xwe jî difiroşin. Bi firotênê namînin, diçin Mekeyê ber lingên wan jî.
Eger PDK piştgiriya Erdogan neke leşkerên Tirkan nikarin bikevin wan herêman. PDK çekdarên xwe dişîne ciyên stratejîk. Gerîla dorpêç dike. Pêşiya lojîstîka wan jî digire. Her rengê istixbaratê dide dewleta tirkî. Weke din dibe alîkar ku leşkerên tirk yên li nava Başûr xwe bigihînin herêmên gerîla. Bi ser gelê herêmê de diçe û wan bêdeng dike. Li aliyê din jî gerîla sûcdar dike û heq dide dagîrkeran. Ev jî têra Erdogan nakin. Dixwaze PDKê bixe nava şer û Kurdan bi hev bide qirkirin. Diyar e ka ji bo Kurdan felaketeke çawa plan dike.
Ev planên Erdogan yên roxandinê li Sûriyê jî dibin mirin, roxandin û qirkirina neteweyî. Êrişên ser bakur-rojhilatê Sûriyê jixwe hîç nesekinîne. Niha van êrişan bileztir dike. Çawa me gotî Amerîka û Rûsya ku bi Ukrayna ve mijûl in, ew ji vê sûdê digire û êrişên xwe pirtir dike û krîz û kaosê li herêmê bilav dike. Ka ev hêzên dagîrker dixwazin çi bikin ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ji bo pêşîgirina li van xirabiyan berpirsiyarî dikeve ser milê gelan. Ji bo sekinandina Tirkan Rûsya yan jî Amerîka tiştekî nakin. Tersê wê bi bazarên veşartî piştririya wan dikin. Hêzên li hemberî dagîrkeriyê divê bikevin tevgerê. Lewre xeter mezin û nêzîk e. Erdogan bi zanebûn xirabiyê bi rêxistin dike. Hêzên li hemberî vê divê ew jî bi israr û cesaret li hemberî zordarî û xirabiyê bibin yek û li ber xwe bidin.






