Navenda nûçeyan.
YJA Starê diyar kir ku berxwedana Kato ya destanî yek ji çalakiyên herî mezin yên azadiya jinê ye û got, emê li her derê ala berxwedanê bilind bikin û hêjayî şehîdên xwe yên leheng bin.
Bihara sala 2017’an dewleta tirkî ya qirker operasyoneke berfireh ya dagîrkeriyê li ser çiyayê Katoyê yê li navçeya Elkê dabû destpêkirin. Li dijî vê êrişê hêza YJA Starê ya li herêmê berxwedaneke destanî kir û di encamê de12 gerîlayên jin şehîd bûn.
Têkildarî şehîdên Kato, Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di gava destpêkê ya avabûna mirovahiyê û civaka xwezayî ya komunal de jin bi rola sereke rabûn. Bi çanda Dayik-Xwedawendiyê hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê manewî ve şaristaniya demokratîk afirandin. Hucreya esasî ya mirovahiyê û civakîbûna heyî ava kirin. Yek ji jinên ku ji vî eslî hatiye, di pêvajoya civakîbûna mirovahiyê de bi rola xwe rabûye û nirxên civaka komunal gihandiye vê serdemê, jinên Kurd e. Jinên Kurd ji ber dilsoziya xwe ya bi civakîbûnê re, ji ber çanda xwe ya xurt û koka xwe ya dîrokî, bûn xwedî rehekî berxwedêr ê herî esîl. Ev bexwedana ku di pêvajoya dîrokî ya hezaran salî de bi gelek nav û bûyeran hate ser ziman, di dîroka me ya nêz de jî bi Besêyan, Zarîfeyan, Rindêxanan û jinên me yên ku di Terteleya Dersimê de xwe ji zinaran avêtin lê teslîmî dijmin nebûn, şênber bû.”
Berxwedana jinê ya esîl gav bi gav ber bi serketinê ve diçe.
YJA Starê diyar kir ku bi saya têkoşîna jinên Kurd yên azad, jinên kurd bûn xwedî artêş û wiha dewam kir: “Pêngava PKK’ê re ku tevgera azadiyê ya mirovahiyê ye, ev kevneşopiya berxwedanê ya dîrokî ya jinên Kurd bi têkoşîna ji dehan salî veguherî Îdeolojiya rizgariya Jinê, Tevgera Azadiya Jinê, partîbûn û artêşbûna jinê. Bi saya berxwedana jinên Kurd ên azad, jinên Kurd bûn xwedî îdeolojî, tevger, partî, artêş û sîstema jiyana azad. Ji berxwedana hevrê Sara ya li Zindana Amedê heta bi berxwedana hevrê Besê Anûş a li çeperan, ji sekna Bêrîtanan a li dijî xiyanetê heta bi xeta fedaîtiyê ya Zîlanan jinan sekn, têkoşîn û berxwedana xwe li dîrokê neqişandin û kevneşopiyeke bi vî rengî ya esîl hate afirandin. Sekna bi rûmet û esîl a jinên Kurd ên azad, bi îradeya jinê ya mezin, bawerî, eşqa azadiyê, ked, biryardarî, têkoşîn, daxwaza serketinê û bi şehadetê şênber bûye. Di serî de jinên Kurd ji bo tevahiya jinên cîhanê destketiya herî mezin e ku mîrateyeke bi vî rengî ya berxwedana jinê ya esîl îro jî dewam dike û gav bi gav ber bi serketinê ve diçe.”
Berxwedana Katoyê yek ji berxwedanên esîl yên dîroka azadiya jinê ye
YJA Starê balkişand ser lehengiya şehîdên Katoyê û wiha got; “Yek ji mînakên dîrokî ku sekna esîl ya hezaran salan ya jinên Kurd yên azad bi rengekî herî xurt temsîl dike, berxwedana mezin ya jinê ya li Katoyê ye. Weke ku tê zanîn di bihara sala 2017’an de dewleta tirkî ya qirker û dijminê jinê operasyoneke berfireh ya dagîrkeriyê li ser çiyayê Katoyê yê li navçeya Elkê da destpêkirin. Li dijî vê êrişa berfireh ya artêşa tirkî, hêza me ya YJA Starê ya li herêma Katoyê di cih de bersiv da û berxwedaneke destanî nîşan da. Ji fermandaran heta bi şervanan hêza me ya YJA Starê ya li Katoyê bi îradeyeke ji pola di nava şert û mercên giran ên zozanan û mercên zehmet ên zivistanê de li dijî artêşa tirkî ya faşîst şer kirin. Hevrêyê me yên jin bi rojan di nava berfê de şer kirin, heta ku dest û lingê wan qefilî bi dilekî mîna agir bi rengekî bêeman têkoşiyan. Li gel hevrêyên me Nûdem Nûrhak û Hêvî Sorxwîn ku pêşengî ji vê berxwedanê re kirin; di bin fermandariya hevrêyên me Raperîn Amed û Roza Hêlîn de hevrêyên me Rûken Gever, Barîn Şîlan, Avaşîn Çirav, Zinarîn Arjîn, Xwînda Kato, Stêrk Efrîn, Zîlan Qerejdax û Arîn Qerejdax bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Di salvegera şehadeta van hevrêyên me yên hêja de em wan bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja û jinan hemûyan re dixwazin.”
Têkoşîna azdiyê wê ti carî têk neçe
YJA Starê da zanîn ku ji her demê zêdetir ew ê asta berxedanê bilind bikin û wiha qedand: ”
Berxwedana Kato ya destanî ku di şexsê 12 hevrêyên me yên jin de şênber bû, bi dersan dagirtî ye û bû yek ji berxwedanên herî esîl ên dîroka me ya azadiya jinê ku ti carî nayê jibîrikrin. Em serbilind in ji ber ku xwedî hevrêyên welê leheng, wêrek, şerker, bedew û berxwedêr in. Weke YJA Starê ji bo me rûmeteke mezin e ku li ser rêya van hevrêyên xwe dimeşin. Di serî de li Zap û Avaşînê em îro li her derê Kurdistanê têkoşîna jinê û ala berxwedanê bilind dikin û bi vî rengî hewl didin hêjayî şehîdên xwe yên leheng bin. Ji bo bibin şopdarên şehîdan û hevrêyên hevrêyên xwe ji her demê bêhtir em ê têbikoşin. Xwîna hevrêyên me yên jin wê li erdê nemîne, em ê nrixên ku wan afirandine mezintir bikin, sekna wan a esîl li her derê belav bikin, hêviya di dilê jinan hemûyan de, eşqa azadiyê mezin bikin û bi vî rengî bersivê bidin. Têkoşîna me ya azadiyê heta ku xwedî destanên bi vî rengî yên lehengiyê be wê ti carî têk neçe. Sekna jin a azad, îrade, berxwedan û têkoşîna wê wê teqez bi ser bikeve. Jin a azad a şerker û serketî wê bi mirovahiyê û tevahiya gelan bide qezençkirin.”






