Idrîs Henan
Sinc, ango li gorî devoka me; ‘Edeb û Exlaq’ diyardeyên têkildarî reseniya çandî û bizavên gerdûnî yên kultûrel in. Weke bîr, bawerî û meşeleyan, bi kembera DNA ya hebûn û heyînan, nifşek radestî nifşên pey xwe dike. Ji xwe tevger û kirinên mirovan û serpêhatiyên gelan, eynika wê çandê ne ka çendî resen e?
Ji ber wê; kirin û tevgerên mirovan, herwiha pozisyona gelan ya azadî û demokrasiyê û asta parastina pîroz, nirx û gerdişên civakî, bîçimên çanda li ser mezin bûne diyar dikin. Gengaz e, mirov, rêxistin û çi heyînek din be, berûvajî naverok û cewherê xwe, teşeyên zirkirî li xwe bar bikin. Lê ya teqz ew e ku; qet nikarin cewherê xwe li gorî wan teşeyan sazûman bikin. Ji ber ku çi guherînek bi vî rengî rû bide, tê wê wateyê ku durûtî, delawerî û nepixandina derewîn nemaye. Bi gotineke din; li gorî reseniya çandî, dirûv jî herikiye û dîroka mirovayiyê nexişandiye.
Wek ku Ibnî Xeldûn gotiye: “Dema ku hêkek ji hundir ve biqelişe, jiyan dest pê dike. Dema ku ji derve ve biqete, jiyan diqede.” Îro jî civaka me wer lê hatiye ku beşekî wê ji hundir ve “xeta APO’yî” kirasê sitemkarî, koletî û bindestiyê diqelilîne û diçirîne û ber bi jiyana azad ve gavên birûmet diavêje. Qismê dîtir; “xeta PDK’yî” ji derve ve diqete û bi xeta mêtingerî, xiyanet û kurtêlxwariyê re dibe yek û diqede.
Vê gavê li Kurdistanê tayên van xetan ji hev û din tên der. Xeta ku heya demek nêz xwe weke tekane pîvana neteweyî dida diyarkirin, îro di çala xapînok a kiryarên xwe de vedigevize. Tişta heya duh bi dizî dikir, îro eşkere dike. Lê ya divê were fêmkirin ku ew bizava han, tenê lêhatin û heyîneke dîrokî ya çelûxwar e. Bi xeta antî-welatparêz, antî-demokrat û antî-azadîxwaz re bûye yek beden û qewmê xwe bi siloganên neteweyiyeke çors dixapîne. Mirov dibêje qey qehremanên neteweyî û pêşengên welatparêziyê ew in?! Lê di rastiya wan de, hilweşînerên binyadên neteweyî û ancax tenê temsîla xeta radestker bin.
Ev yek bi senteza Rêber APO ya xeta PKK’ê re zelal bû. Bi xeta pêşengtiya neteweyî ya “APO’yî” re, hat fêmkirin ku tevger û bizavên wer ên bê perwa, xapandin û sedema koletiya bi sedan salan in. Heyînek wisan bê kok û bê sinc in ku ti cihekî wan di nav resentiyan de nîne. Heman taybetmendiyên dijmin û celadan li xwe bar dikin û weke parçeya herî kirêt ê kujer ê celadan bi ser cinsê xwe vê tên û xwe oto-asîmîle dikin.
Tişta îro li Kurdistanê diqewime, berxwedana li beramberî vê xetê ye. Bi PKK’ê re dawî li lîstika xeta PDK’yî hat û carekr din hat isbatkirin ku ev xeta xwefiroş, cudayî berê nîne. Asta berjewendiyên xanedanî û malbatî yên teng qet derbas nekiriye. Fena beqê ji avê serxweş bûye û xwe înan kiriye, hemû cografya û civaka Kurdistanê di berdêla berjewendiya xanedaniya xwe de feda kirine. Şerê neteweyî qebe-qebe bi tifinga vala kiriye. Ji ber bêkokiya çandî, çawa mirşk û kevokên Efrînê hatin dizîn, ew jî weke xeta temamker, ker, qantir û hêstiran didizin. Ewqas di nav gol û ava cokên genî de maye, êdî tifkirin jî şil nake.






