Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

1200 maskeyên gerîla

29/04/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
1200 maskeyên gerîla
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

“Hûn çiqas derewên mezin bikin û van derewên xwe jî dubare bikin, di dawiyê de mirov wê ji wan derewan bawer bikin”

Ev gotina Joseph Gobbels ê wezîrê karê propagandaya Hîtler bû.  Îroj dijminê Kurdan Erdogan wan gotinan yek  bi yek pêk tîne.

Erdogan îro di mijara şerê derûnî û derewan de, ji Joseph Gobbels re dibêje wê de here. Eger îro Joseph Gobbels bijiya, sax bûya, wê ji Erdogan re bigota ewqas jî nabe lo û wê gotiba, xwezila tu di dema min de bijiyayî da min ji te sûd bigirta.

Erdogan îro bi medya ku bipere bi xwe ve girê daye, van derewên xwe bi gel dide bawerkirin.

Erdogan û medya xwe bi salan e hem di qada navneteweyî de, Tirkiye û li Kurdistanê ji bo şerê taybet bimeşîne serî li van metodan dide.

Li Tirkiyê êdî ev dihat zanîn û civak jî fêr bûbû. Lê di van demên dawî de medya PDK’ê jî serî li derewên bi vî rengî dide. Dema ku li rêbazên derewên PDK’ê dinêrî tê de motîfên derewên Erdogan dibinî.

Di serdemekê de ku her kesî behsa hevkariya PDK’ê ya bi erîşên dagirkeriyê ya ser Zapê dikir, K24 û Rûdaw dest bi nûçeyên şerê derûnî yê ku PKK, PDK`ê dike hedef kir.

Plana êrişa ku dagîrkeriya tirkî 17’ê Nîsanê da destpêkirin roleke sereke dabûn PDKê. Li gorî vê planê, wê PDK`ê bi tevgerên cuda hewl bida PKK’ê li ber çavê xelkê başûrê Kurdistanê reş bike. PDK’ê yek ji van tevgeran bi nûçeyên şerê taybet xist dewrê.

PDK dibêje, em cebilxane û maskeyên gazê yên ji gerîla re biçûna desteser kirine. Tenê bi vê jî namîne û vê lê zêde dike: “Hêzên dijterorê yên encumena asayîşa herêma Kurdistanê rê li ber planeke xeternak ya li ser herêma Kurdistanê girtin”

PDK’ê wekî din bi awayekî bixeter di vê mijarê de Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê kir hedef. Kesê qaşo girtine jî wek şingaliyekî ragihand û bi vê berê hedefa êrişan da ser Şingalê jî. Ya sisiyan jî bi gotina “xetera gerîla li ser xelkê Başûr heye, wê gerîla dakeve nava bajaran” wê gelê Başûr sor bike da ku li dijî tevgera dagîrkeriyê ya Tirkiyê bêdeng be.

Ev nûçe li navenda îstixbarata Tirk hatiye amadekirin. Plana ku gerîla êrişî herema Başûr bike her kes dizane derew e. Wan gerîlayan, ew herêm ji DAIŞê rizgar kir û ti kes bawer nake.

Lê bi taybetî nûçeya desteserkirina “maskeyên gazê” rast yan jî derew bi tena serê xwe têrî dike, ka PDK çawa di nava vî şerî de cih digire. Her kes baş dizane ku  artêşa dewleta Tirkan ya dagîrker li dijî gerîla çekên kîmyayî bi kar tîne. Heta niha di encama van çekan de gelek gerîla şehîd bûne.

Min dokûmanterên ‘Şerê Tûnêla’ çêkir û ez jî şahid im ku gerîlayên li Werxelê, Zendûra, Girê Sor, Kato bi “maskeyên gazê” ji êrişên bi çekên kîmyayî xwe diparastin. Kurdistan diparastin!!!

Dewleta Tirkan ya dagîrker ji PDK’ê re got, em di tunêlên şer de li hemberî gerîla têk diçin. Li hemberî gazên kîmyayî  maskeyan bi kar tînin. Destûrê nedin ku gerîla maskeyan peyda bikin”.  PDK‘ê ev wek ferman dît û pêk anî.

Divê ev 1200 maske jî bi tenê hatin girt û hin çekên din jî dan kêlekê û fotografek kişandin servîs kirin gotin, amedekariya erîşa herema Başûr heye.

Li vê derê siyaseta derew ya Erdogan ji Gobels girtibû û dewrî wan kir bêbandor bû. Gelê Başûr wek gelê Tirkiyê nîne. Her roj derewên medya PDK’ê dibînin.

Gel di vê nûçeya derew de hevkariya PDK’ê ya bi devleta tirkî re dît. Û bang dikin, eyy PDK, zû 1200 maskeyên gerîla bide…

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.