Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amerîka û Ewropa wisa dikin ku dagîrkerên Tirk bi ser xwe ve biçin

27/04/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bi ronîkirina tarîtiyê wê tekoşîna azadiyê bi ser bikeve
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Êrişên dewleta tirkî ranawestin. Ji 14ê nîsanê ve êrişî başûrê Kurdistanê dike. Li qadên şer erdnîgarî tê guhertin. Balafir, helîkopter, obûs, her rengê çekan bi kar tînin. Rawestana li hemberê van êrişan ne karê her kesî ye. Em hesab bikin ku ev êriş li ser PDK`ê çêdibin; wê çend rojan li ber xwe bide. Rojekê jî nikare li ber xwe bide. Ku ew bûya niha ji zû ve Başûr vala kiribû. Ev berxwedana bêhempa û fedakarî ji bo Kurdan dibe çavkaniya moral û berxwedanê. Lê ragihandina PDK`ê dixebite ku vê berxwedanê piçûk bike û dagîrkeriya tirkî rewa nîşan bide.

Êrişên dewleta tirkî ne li ser bakur û başûrê Kurdistanê tenê ne. Êrişên wê yên ser Rojava jî nesekinîne. Bi ÎHA û SİAH li Rojava komkujiyan dike. Diyar dibe ku di vê mijarê de bi Amerîka û Rûsya re li hev kiriye. Lewre van her du dewletan qada hewayî di navbera xwe de par ve kirine. Amerîka dibêje, em ji bombebaranê nerihet dibin, lê Tirk guhdarî me nakin. Ji ber wê em nikarin tiştekî bikin. Dibêje, Tirkiye endama NATO ye em pê re şer nakin. Ti kesî ji Amerîka re negotiye bi Tirkiyê re şer bike. Lê tê gotin bila berpirsiyariya xwe bi cî bîne. Eger Amerîka li hemberî Tirkiyê qada hewayî neparêze û berpirsiyariya xwe pêk neyne, bila vê jî erşker bêje.

Dewleta tirkî li Dêrikê bi balafiran êriş kir. Komek mirov kuştin. Li Qamişlo bi dehê caran bi SÎHA êriş kir. Şehîd û birîndar çêbûn. Li Kobanê jî heman tişt çêbûn. Balkêş e ku ne Amerîka ne Rûsya heta niha bi awayekî fermî ti daxuyanî nedane. Peyameke şermezarkirinê jî nedane. Ev tê çi wateyê? Xuya dibe ku bi dewleta tirkî re li hev kirine. Eger ev her du dewlet derbarê êrişan de çavên xwe ji dewleta tirkî re negirin, nikare wiha êrişkar bibe.

Rayedarên Amerîka dibêjin, em QSD`ê destek dikin, emê li hemberî DAIŞ`ê têkoşîna hevbeş bidomînin. Lê dewleta tirkî bi şûn ve êrişî fermandarên şerê DAIŞ`ê dikin, dike û wan dikuje. Ev çi hevaltî yan şirîkatiya şer e? Li hemberî DAIŞ`ê yên di heman çeperê de şer dikin û xwîna xwe dirijînin hinekên din bi şûn ve li wan dixin û hûn vê qebûl dikin û bêbertek dimînin. Yên bi şûn ve li wan tê xistin wê çawa bala xwe bidin ser şerê li hemberî DAIŞ`ê? Ma DAIŞ dijmina QSD`ê tenê ye? Di êrişa ser girtîgeha Hesekê de sed û bîst şehîdên QSD`ê çêbûn. Ya berdêlê dide û dimire QSD ye û ya bi şûn ve tê lêxistin jî QSD YE.

Rayedarên Amerîka û Rûsya dibêjin bila QSD li hemberî Tirkan çalakiyan neke. QSD, ji bilî bersivdayîna êrişan tişteke din nake. Heta carna bersivdayînê jî baş nake. Lê êrişên dewleta tirkî bênavber didomin. Herêmên weke Minbic, Til Temir, Til Rifet, Eyn Îsa her tim di binê êrişan de ne. Rêxistinên weke DAIŞ`ê û El Nusra di binê parastina Tirkan de li herêmên dagîrkirî çawa dixwazin hespê xwe dibezînin.

Eger Amerîka bihata dagîrkirin û gelê wê bihata qirkirin, talan û destdirêjî bihata kirin, gelo wê rayedarên Amerîka çi bikiran? Divê Amerîkî hinekî qiyasa nefsê bikin. Yên dibêjin em nikarin li hemberî Tirkan tiştekî bikin, li hemberî Rûsya dinyayê radikin ser piyan. Ji çekan bigire, heta qada siyasî û aborî bi her rengî alîkariyê dikin. Ji bo Kurdan hên vê nakin. Edaleta we evqas e. Qet nebe destekê nedin dewleta tirkî.

Dewleta tirkî başûrê Kurdistanê talan û wêran dike. Bi çekên Amerîka û NATO agir û mirinê dibarîne. Eger li Sûriyê hûn li gelê berdêl dayîn û şervanên wî gelî xwedî dernakevin, qet nebe bi destê faşîstên Tirkan nedin kuştin.

Eger hûn li Başûr destekê nadin Kurdan, qet nebe bêalî bimînin. Eger Amerîka û Ewropa piştgiriya faşîzma tirkî nekin nikarin wiha êrişî başûrê Kurdistanê bikin.

Divê gelê Ereb, Kurd, Suryan û gelên din li hemberî durûtiya dinyaya Rojava û bêedaletiya wan helwesteke hevbeş bigirin. Careke din hat fêmkirin ku divê gelên herêmê xwe bi rêxistin bikin û bi hêza xwe li ber xwe bidin. Li hemberî propaganda û derewên dewleta tirkî çarenûsa xwe bixin destê xwe, erdê xwe, jiyana xwe bi destê xwe biparêzin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.