Rojnameya Ronahî

Divê gêrîla tenê nemîne

Dilyar Cizîrî

Dewleta Tirkan her çendî beriya wê jî êriş dikir di 17’ê Nîsanê de bi awayekî fermî êrişa nû ya li dijî herêmên gêrîla li Zap, Metîna û Avaşîn ragihand. Di êrişa bi piştgiriya hêzên PDK’ê pêk tê de, hemû cûreyên çekên giran û pêşketî bi kar tîne. Navenda ragihandinê ya HPG’ê rojane encamên berxwedan û çalakiyên gêrîla yên li dijî artêşa qirker a Tirkan radighîne. Ji wan daxuyaniyan diyar dibe ku artêşa Tirkan derbên giran dixwe.

Li aliyê din jî çalakiyên di hundir û derve yên li dijî dewleta Tirkan zêde bûne. Di heman demê de bertekên civaka başûrê Kurdistanê ya li dijî PDK’ê zêde dibin û rojane dengên nû ji aliyê rewşenbîr, nivîskar û saziyên civakî derdikevin. Ev jî her ku zêde dibe, êrişkaran û hevkarên wan tengav dike. Dewleta Tirkan ji bo ser van tengaviyên xwe û hevkarên xwe bigire hewl dide di demekî zû de encaman bigire û derban li gêrîlan bixe.

Ji lewma dest bi karanîna çekên kîmyawî yên di hemû yasa û zagonên navdewetî de qedexe ye kiriye. Ji xwe ev jî ji dewleta Tirkan re ne tiştekî nû ye. Di êrişa 23’ê Nîsanê ya sala derbasbûyî de li dijî heman herêmê bi sedan car çekên kîmyawî bikar anî. Lê car de encam bi dest ne xist û neçar ma hêzên xwe ji gelek deveran vekşîne.

Erdogan û artêşa xwe wê vê carê hemû hewlên xwe bide ku encamê bi dest bixe û kêm be jî destkeftiyan bi dest bixe. Erdogan û artêşa xwe dixwazin beriya hilbijartinên sala 2023’an bi serkeftina li dijî gelê kurd û Tevgera wî ya Azadiyê berê hilbijartinan di berjewendiya xwe de bi dest bixe. Ji ber li gorî ankêtên têne kirin, rêjeya dengên AKP-MHP’ê kêm bûye û tê gotin, wê nikaribe di hilbijartinên pêş de qezenc bikin. Lê Erdogan bi êrişa li dijî gêrîla hêvî dike vê rewşê bide guhertin û bi dijberiya kurdan qezencan zêde bike.

Ev jî metirsiyeke mezin li dijî hebûna gelê Kurd û destkeftiyên wan ne tenê li bakurê Kurdistanê,  li Başûr û Rojava jî çêdike. Ev niha ji zêdebûna êrişên li dijî Rojava baş diyar dibe. Êrişên herî dawî yên Kobanê vê baş raber dike. Ji xwe plan û êrişa artêşa Iraqê ya li dijî Şengalê û çêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava ji konsebta êriş û planên dewleta Tirkan ne dûr e.

Îcar li dijî van hemû plan û êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd têne meşandin, pêwîstî pê heye gelê Kurd li her aliyê cîhanê serî hilde û hêzên gêrîla tenê ne hêle. Pêwîst e her kes li gorî hêza xwe li dijî van planan derkeve,  Erdogan têk bibin û hevkarên wî pûç bikin. Gelê Kurd di vê qonaxê de tekoşîna man û nemanê dimeşîne. Çawa pêwîstiya Erdogan bi serkeftinan ji bo derbasbûna sedsala nû heye, hîn zêdetir pêwîstiya gelê kurd bi serkeftinan heye. Îcra serketina kurdan di têkçûna Erdgoan û siyasetên wî re derbas dibe.

Ji bo vê jî her çendî me li jor behsa tekoşîn û çalakiyên gelê xwe kirbe jî lê ji her demê zêdetir pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtî û bilindkirina asta tekoşînê heye. Pêwîst e di serî de gelê Başûr, Şingal û Rojava, herwiha Kurdên hemû aliyên cîhanê tekoşîn û berxwedana gêrîla û fedekariya wan a ji bo parastina Şingal, Mexmûr û tevahî Başûr û Rojava ji bîr nekin. Li ser wî esasî divê tekoşîna ji bo piştgiriya gêrîla her kes seferber bibe.