Navenda Nûçeyan
HPG`ê ragihand ku dewleta Tirkan ya dagîrker bi piştgiriya PDK`ê li Kurojaro êriş kir û hewl da bi helîkopterên Skorsky hêzên xwe li herêmê bi cî bike. HPG`ê da zanîn ku gerîla hewldanên wan şkandin û derb li helîkopteran dan.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Şeva 21’ê Nîsanê saet 22:36’an 9 helîkopterên êrişê û helîkopterên bi tîpa Skorsky ên artêşa Tirk a dagirker, ji xeta Amediyê-Dêrelok yên di bin desthilata PDK’ê de ne hatin û bombe li qada Kurojahro barandin. Piştî wê hewl dan bi helîkopterên Skorsky hêzên xwe li qadê bi cî bikin. Hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro dest li van helîkopteran werdan û derb lê xistin. Artêşa Tirk nîvê şevê 10 helîkopterên din anî û êrişa li ser vê qadê giran kir. Hêzên me dest li van helîkopteran jî werdan û derbeke giran li helîkopterekê xistin. Helîkopterek jî ku dixwest li baregeha Sîrê ya li Şêladizê xwe deyne û leşkerên mirî û birîndar rake, di dema rabûnê de hêzên me lê dan. Helîkopterên artêşa Tirk careke din li ser qadên di bin kontrola PDK’ê de ne firiyan û hatin êrişî Qada Berxwedanê ya Kurojahro kirin. Artêşa Tirk tevî helîkopterên êrişê û helîkopterên bi tîpa Skorsky her wiha helîkoptera bi tîpa Çînok (CH-47 Chinook) a DYE’yî jî di vê êrişê de bi kar anî.Ev êrişên berfireh û giran hem li Qada Berxwedanê ya Kurojahro hem jî li herêma Zapê tê wateya pêl û asteke nû ya êrişa dagirkeriyê. Li vê qadê berxwedana hêzên me yên gerîla û şer bi giranî dewam dikin.”






