Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HDP: Li dijî êrişên ser gelê Kurd, parastina heqîqetê bikin

22/04/2022
in NÛÇE
A A
HDP: Li dijî êrişên ser gelê Kurd, parastina heqîqetê bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

HDP’ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir û got, em bang dikin ku li dijî êrişên ser gelê Kurd, li ser esasê weşangeriya parastina maf û azadiya gelê Kurd, parastina heqîqetê bikin.

Cîgirê hevserokên giştî yên HDP’ê parlamenter Tayyîp Temel bi daxuyaniyeke nivîskî Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir û got, Rojnameya Kurdistan lêgerîna heqîqetê ji bo xwe kir bingeh û bû destpêka kevneşopiya çapemeniya azad. Bi vê wesîleyê em bang li derdorên eleqeder dikin ku li rojnamegeriya Kurd xwedî derkevin. Em bang dikin ku li dijî êrîşên li ser gelê Kurd, li ser esasê weşangeriya parastina maf û azadiya gelê Kurd, parastina heqîqetê bikin

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Rojnameya Kurdistanê ku yekemîn rojnameya kurdî ye, di 22’yê Nîsana 1898’an de li paytexta Misrê Qahîreyê ji aliyê Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve dest bi weşanê kir. Ji ber vê yekê 22’yê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin.

124 sal berê Kurdistan bi periyoda ji 15 rojan carekê dest bi weşanê kir û bi giştî 31 hejmar hatin weşandin. Rojnameya Kurdistanê ji ber zextên dewleta Osmanî li sirgûniyê dest bi weşanê kir. Bi weşana rojnameya Kurdistanê, bingeha rojnamegeriya Kurd hat avêtin. Rojnameya Kurdistan lêgerîna heqîqetê ji bo xwe kir bingeh û bû destpêka kevneşopiya çapemeniya azad.

Rewşenbîriya Kurd li ser bingehê rojnameya Kurdistanê pêş ket. Jiyana siyasî, entelektuel,  çand û hunerî ya rewşenbîrên Kurd xwe bi teşe kir. Rêwîtiya ku 124 sal berê îro dest pê kir; her tim bû hedefa desthilatdarên ku bi polîtikayên înkar û îmhayê hebûna xwe berdewam dikin. Hem bû hedefa êrîşên giran, hem jî kirin hedefa êrîşan. Çapemeniya Kurd û kevneşopiya çapemeniya azad, bi bedelên giran û di bin zext û êrîşên zêde de hebûna xwe parast û heta îro hat. Îro jî ji bo ronîkirina civakê û dengê civakê roleke jiyanî dilîze.

Çapemeniya Kurd bi taybetî di salên 1990’î de li gel kuştin, îşkence û girtinê, berdêlên pir giran da. Îro jî bi heman êrîş, zext û astengiyan re rû bi rû dimîne. Lê kevneşopiya çapemeniya azad, li gel tundî, zext û astengiyan, bêyî tawîzan bide, rêça Mîqdat Mîdhed Bedirxan, Mûsa Anter û Gurbetelliyan û kevneşopa wan a têkoşînê berdewam dike.

Çapemeniya Kurd îro di bin êrîş û gefên hîn mezintir de ye. Bi taybetî dixwazin bikin aliyê êrîşên îmhayê yên li dijî destkeftiyên gelê Kurd. Dixwazin bikin amûrê ku xizmeta berjewendiyên desthilatdaran dikin. Medya Kurd ji ber vê yekê bi gef û talûkeyên mezin re rû bi rû ye. Parastina mafê gelê Kurd, esasgirtina azadiya gelê Kurd, fermana mîrateya kevneşopiya ku rojnameya Kurdistanê daye destpêkirin e.

Bi vê wesîleyê em bang li derdorên eleqeder dikin ku li rojnamegeriya Kurd xwedî derkevin. Em bang dikin ku li dijî êrîşên li ser gelê Kurd, li ser esasê weşangeriya parastina maf û azadiya gelê Kurd, parastina heqîqetê bikin. Em careke din bi hurmet û minnetdarî kedkarên çapemeniyê û şehidên çapemeniya azad bi bîr tînin. Em xebatkarên çapemeniya azad ku heqîqetê ji bo xwe esas digirin û Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dikin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.