Navenda Nûçeyan
Dewleta tirkî ya dagîrker hemwextê êrişên xwe yên bi hevakariya PDK`ê yên ser qadên gerîla, êrişên ser rojavayê Kurdistanê jî zêde kirin.
Êrişên dewleta tirkê ya dagirker ya bi hevkariya PDK’ê, ku ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê, bênavber didomin. Hemwextê êrişên dagîrkeriyê yên ser bakur û rojhilatê Suriyê jî zêde dibin.
Dewleta dagirker îro danê siharê li navenda Kobanê û kolana 24 kir amanc. Herwisa heman êrişkar beriya çendekê carek din avahiyek navenda Kobanê topbaran kir. Hemwextî gundên Til Ajar, Alqemiyê, Meştel û Merenaz ên navçeya Şera ya Efrînê topbaran dikin.
Dewleta dagirker herwiha gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa û Semûqa û Bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê topbaran dike û 70 obîs li herêmê xistine.






