Dijwar Ehmed Axa
Bûyera vê gotarê jî girêdayî min û Apê min Mûsa Enter e. Sala 1989`an dema ez li cem, ji min re wiha got:
Zindan mala min ya duduyan bû, li zindanên Tirkiya pir mam. Carekê demeke dirêj li zindanê mam, nêzî 4 sal û çend mehan. Piştî hatim malê, gundî, dost û cîranan serdana min kirin. Her kesî tiştek bi destê xwe dianî.
Jineke bi navê Helo li cem me li Stilîlê hebû, wê jî eloek xistibû binê çengê xwe û hat serdana min. Min jê re got, Helo, lawo qurban te çima xwe westand, destên te sax bin, lê tu zanî te gelekî li xwe şkandiye û xera bûyî. Berê tu pir xweşik û spehî bûyî. Tê bîra min di daweta mala filankes de, te serê govendê girtibû û dîlan dikir. Helo rasterast li çavên min nêrî û got, Apê Mûsa ez wê demê li cem kîjan mêrî bûm?
Hingî Helo mêr kirbûn ji bîr kiribû bê wê demê li cem kê bûye!.
Îca werin em li rewşa xwe binêrin. Di dema me ya niha de, bi sedan kesên weke Helo çêbûne û bi taybetî kesên qaşo dibêjin em siyasî ne. Her kes dizane ku tevgera siyasî ya kurdî bûye sê beş, yek dibêje em Berzanî ne û li ser rêbaza Mele Mistefa dimeşin. Beşek dibêje em Apocî ne li ser fikir û felsefeya Rêber Ocalan dimeşin. Beşa sisiyan li gorî siyaseta rehmetiyê Mam Celal Telebanî dimeşe. Ev rastiyek e lê mijara me ne ev e, mijara me ew kesên weke Helo ya Stilîlî ya Apê Mûsa behsa wê kirî ye. Weke nanê sêlê ne, her deh rojan li cihekî ne, mirov li wan ecêbmayî dimîne, geh dibêjin em li ser rêbaza Berzanî ne û li dijî Tevgera Azadiyê tişta nemayî dikin. Piştî demekê mirov wan li cem hevalên Apoyî dibîne, dev diavêjin rêbaz û girêdana wan ya bi Tirkan re. Lê ya herî mirov matmayî dike, ew kesên bêpirensîp û bêbawerî ne. Di salekê de tevlî deh partyan dibin û ji wan qut dibin. Bêmebde in, bêexlaq in, bêwijdan in. Gelo me ev ne weke Helo ya Stilîlî ne?
Bawer dikim ku Helo ji wan bişereftir bûye, hema wê jixwe re mêr dikir û disitirî, lê ev kesên ku navê xwe dikin siyasetmedar û her deh rojan ji partîyekê diçin yeke din?
Ji alyê din ve, ew kesên ku xwe dispêrin dijmin û li dijî gelê xwe şer dikin ma gelo ji xwe napirsin wê ev dijmin çawa bi wan bawer bike piştî ku dibîne xiyaneta wan bi qewmê xwe re? Mînakên vê meselê li cîhanê hene. Dibêjin dema Napolyon derbasî welatê Nemsa (Awusturya) bû, Silav neda serleşkerê Nemsayî û jê re got, kiriya xwe bigire ji bo dagîrkirina welatê xwe te alîkariya min kir. Lê ez silavê li kesê xiyanet li welatê xwe kirî nakim.
Ka em li kesên ku navê xwe dikin (Welatparêz) û ew bixwe li cem dijminê welatê xwe rûdinên binêrin, ma wê çi welatparêzyê bikin gelo!
Hûn bi qedrê Xwedê kin, kesên mîna van mirov çi layiqî wan dibîne ji bilî ku bi grafêta wan daliqîne.






