Faruk Sakik
Şerê her kes li bendê bû dest pê kir!
Salek berê dijminê Kurdan bi artêş û teknîka xwe ya herî nûjen hatibû û têk çûbû. Îro çi bû ku careke din dest bi êrişên dagîrkeriyê kir? Li gorî agahiyên bi dest dikevin hin hêzên herêmî û navneteweyî jî piştgiriyê didin van êrişên dewleta dagîrker.
Ji şerê par hetanî îroj çi hat guhertin: Di şerê cîhanê yê sêyem de eniya Ukranya derket holê. Dewleta Tirk ji vî şerê eniya Ukranya sûd wergirt û ji bo êrişkirina kurdan wek qozek bi kar anî. Di serî de NATO û Amerîka bi erênî bersiv dan Tirkiyê da ku êrişî kurdan bike. Dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê cesaret girt û di 17’ê Nîsanê de şer da destpêkirin.
Em vegerin ka Tirkiye bi vê êrişa dagirkeriyê çi hedef kiriye:
1-Dixwaze di vî şerî de, ji têkçûna xwe, serkeftineke mezin bi manşetên rojnameyan derxe da ku peyamek bide nijadperestên Tirkiyê. Bi vê yekê wê her aliyê qeyrana aborî, siyasî û civakî bide jibîrkirin. Di atmosfereke wiha de here hilbijartinan û desthilatiya xwe bidomîne.
2- Dixwaze xeyalên xwe yên sedsalî yên Mîsakî-Mîlî an jî neo-Osmanî pêk bîne. Di nav van sînorên mîsakî-mîlî de Başûrê Kurdistan, Mûsil, Kerkûk, Şengal û rojavayê Kurdistan jî heye.
3- Plana tinekirina Kurdan a sedsalan pêk bîne. Destketiyên kurdan ên 40 salên dawî ji hole rake.
Baş e, ji bo van planên xwe pêk bîne çima gerîla wek tehdîtek dibîne? Çima di destpêkê de gerîla ji xwe re dike hedef? Gerîla hêza parastina Kurdistanê ye. Bi PKK’ê û Rêber Apo re Kurdistan azad bû. Ev hêz destûr nade ku destketiyên kurdan ên 40 salên dawî, tune bibin. Diparêze. Dijmin baş dizane dema qirkirina kurdan pêk bîne û heger ev hêz-gerîla û ev Rêber hebe dikare Kurdistanek azad ji nû de ava bike.
Em vegerin şer. Berî ku êvara 17’ê Nîsanê şer dest pê bike, hêzên PDK’ê li herêmê ji bo dijmin amadekariyeke mezin kiribûn. Piştî van amadekariyan, dijmin bi balefiran esker danîn herêmên dibin kontrola PDK’ê de.
Gerîla îroj li 2 eniyan şer dike. Li aliyek li dijî dijmin şer dike û li aliyê din jî ji bo hevkariya PDK’ê ya dewleta Tirk re bide seknandin têdikoşe.
Aha.. li vê derê kurdên azad divê bikevin dewrê. Gerîla Kurdistanê diparêze û divê kurdên azad jî gerîla biparêzin.
Raste gerîla xwe ji dijmin diparêze û em jî bûne şahidê lehengiya wî.
Lê, ji bo ku barê gerîla were sivik-kirin, Kurdên azad dive di eniya duyem a ku ji piştê ve tê xencerkirin de têbikoşe. Divê wê xencera di destê PDK’ê de ye û gerîla xencer dike ji dest wan bigire.
Têkoşîneke çawa: Divê hemû kurd li dijî xiyanetkaran bertek nîşan bidin. Divê ew hêza ku xiyanet dike were tecrîdkirin. Di xebatên yekitiya neteweyî de cîh nedin wan.
Li başûrê Kurdistanê roj bi roj hejmara kurdên azad zêde dibe. Malbata Barzanî van kesan ji xwe re wek talûkeyeke mezin dibînin. Malbat dixwaze çend kesên li dora wan bi hin berjewendiyan cîh girtine biparêze. Tirsek din li wan peyda bûye û dibêjin, roj were li dora malbatê tu kes nemîne. Ji niha de dibînin ku gelek kes ji wan qût dibin û tevlî nav pêla nû- pêla kurdên azad dibin.
Eger di eniya duduyan de, Kurdên azad erkê xwe bi cih neynin û pêşî li vê xiyanetê û xencerkirina ji pişt ve nedin sekinandin, wê gerîla neçar bimîne mûdaxaleyî vê eniyê jî bike. Eger di vî şerî de gerîla bersivê bide xiyaneta wan bila ti kes nebêje ev şerê birakujiyê ye. Na… Ev şer dibe şerê bersivdayîna xiyanetê.






