Fener….
Idrîs Henan
Diyar e ne tenê Tirkiyê, Rûsya û gelek aliyên dîtir di pêşbirka çetetî û qursantiya global a hişmendiya terorîst de ne. Ji xwe di bineya avaker û dendika sîstema dewletê de, kirêtiyek bi salan hatiye nixumandin heye. Sîstem an jî tevgerên ku dixwazin ber bi wê tova desthilatdariyê ve biçin û li dora cewherê wê xeyalên xwe bidin avakirin, bi awayekî tekûz ji wê kirêtiyê re dibin çopgeh û serguyên herî rezîlane. Di vê meydana pêşbirikwar de, hemû aliyên otorîter, li gorî berjwendiya giştî na, li gorî berjewendiya teng a çîna hikumraniyê tev digerin.
Ji lewra aliyek mîna Tirkiyê li rex rejîma desthilatdar a Sûriyê, veguheriye jêder û volkana xwînê li Sûriyê û bi sedhezaran şêniyên vî welatî tûşî mirin, koçberî û terorê kirin. Îro jî bê perwa ne şerm û ne fedî behsa têkîliyên bi rejîma Sûriyê re dike. Ango; dem hatiye ku îro ji ber pêxîrtengiyên hevbeş ên serdestan, itîfaqa nepenî ya li dijî vîna gelan a weke peymaneke desthilatdaran a hezarê salan e, were eşkerekirin.
Ji bona wê jî amadekariyên dûrûdirêj hatine kirin. Kurd jî di meqseda wan a yekemîn de ye ku bê tunekirina wan ti projeyeke mêtingeriyê nikare jiyanî bibe.
Çîroka vê hevkariyê komplowar e. Her rûdan, buyer û çalakiyên hevbeş bi komployê re dest pê dikin. Tabloyên cuda cuda yên dijatiyê ku carcaran bi ser avê ketine, nekarîne me bixapînin. Ancax tenê kesên di bin sîwana kurtêlxwariya hundirîn de şil bibûn û berê xwe dan sîwan kun a faşîzma Tirkiyê, bihatana xapandin ku ji azweriyên wan re bûne şal û şepik!
Tirkiyê aliyê hebûnî ve misyoneriyek li ser bingeha çewsandinê xwe bi hêz dike. Bi rêbazên tuneker û qirker balansa hebûna xwe dide avakirin. Li her derê ewan û “Qumsoyên” Beko dane avakirin û çandin ku bê wan nikare bihostekê jî biavêje. Tevger û xeta “Qumsoyî” paralelî xeta azadîxwaz meşandiye û li hemberê jî daye şerkirin. Ji bona xeyalên xwe, bi derbên xeta îxanetwar, hewl daye lebitîn û tevgera gelan a serwextbûna azadiyê felc û ji nav bibe. Çendîn tayên spî û reş ji hev hatibin derxistin, îroj herdu tezên şoreşger û îxanetê jî bi zelalî ji hev hatine der. Ji lewra em dibînin; çiqas dîplomasiya çareserker a xeta azadiya gelan bi pêş bikeve, ewqas lihevkirina xeta kurtêlxwar a hundirîn bi neyarên bav û kalan re zêde dibe. hemahengiya di navbera herduyan de ewqas eşkere dibe ku êdî ji hev nayên der û buhayê herduyan jî yeksan dibe.
Ev yek objektîv dagirker, kurtêlxwar û neyaran li hemberî xeta têkoşîna gelan tîne yek pozisyonê. Bi gotinek hê zelaltir; dema ku em îro li dorpêça rejîma Sûriyê û Îranê ji Şehba û herdu taxên Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê mêze bikin, êrişên hikûmeta Al-Kazimî li dijî Şenalê û destwerdana faşîzma Tirk ji axa Başûrê Kurdistanê re binêrin, em dê wê hemahengiya dagirkeran ferq bikin. Eger em nêzîkatiya PDK li vê tabloyê zêde bikin, dê baş xuya bibe ku ti ferqek di navbera wê û tabloya dagirkeran de nîne. Berojavî, parçeyek koşeya wê ya herî kirêt û rezîlane ya beloq e.
Mirov weke encam dikare bibêje xeta ku îro PDK nûnertiya wê dike; xeta rewakirina tevgera “Qumsoyî” û bangeşeya jê re ya bêşerm e.






