Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Li dijî êrişa berfireh ya dewleta tirkî ya dagîrker bi hevkariya PDKê li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya dest pê kirî, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) daxuyanik da û got, êrişa ser gerîlayên azadiyê êrişa tinekirina gelê Kurd e û divê her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî siyaseta xiyanet û tinekirinê rabin ser piyan.
Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dijî êrişên artêşa tirkî yên ser Herêmên Parastinê yên Medya 17’ê Nîsanê bi hevkariya PDK’ê dest pê kirîn, bi daxuyaniyeke niviskî bang li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku yekdest bin û bi şervanên azadiyê re pêşiya siyaseta xiyanet û tinekirinê, têbikoşin. Herwiha bang li hêzên siyasî yên Kurdistanê kir ku li hemberî kesê dixwaze bi çarenûs û paşroja gelê me bilîze, xwedîhelwestek zelal û hişk bin.
Daxuyanî wiha ye;
Ji bo raya giştî
Li hemberî gelê me û şervanên azadiyê ji hêla faşîzma tirkî ve, bi hevkariya Partiya Demokrat ya Kurdistanê û tevlîbûna çekdarên bi navê `Pêşmergeyên Roj` yên terorîst êrişeke berfireh hatiye destpêkirin.
Meclisa Niştimanî ya Kurdî li şûna ku li dijî vê siyaseta tinekirinê raweste, partiya me bi şewitandina nivîsgehên wê û terorîzmê sûcdar dike.
Meclisa Niştimanî ya Kurdî ku heta niha newêrîbû li dijî dagîrkeriya dewleta tirk daxuyaniyekê bide û hê jî girêdayî `Îtîlafa Sûrî` ye ku li Efrîn û Serê Kaniyê tinekirina gelê me pêk tîne û xaka me dagîr dike.
Li şûna raghandina Emîndariya giştî ya Meclisa Niştimanî ya Kurdî li ser dilsoziya siyaseta dijminatiya li gelê Kurdistanê, diviya li cem gelê xwe bisekine. Bi bertekên wê yên niştimanî û li dengên wan guhdarî bike û bang li berpirsyarên Partiya Demokratîk ya Kurdistanê bike ku dev ji peymanên bi faşîzma Tirkiyê re berde ku biryaran dide hêzên xwe yên terorîst yên girêdayî wê ku şerê Girîla neke li gel artêşa faşîzma tirkî.
Li hemberî êrişên ser çiyayên Kurdistanê tên kirin kesê ku his neke û nizanibe rewş çawa ye wê dîrok wî efû neke. Ji ber wê divê em li hemberî vê zilmê bi îradeyek xurt bisekinin. Nexwe emê sedsaleke din winda bikin. Herwiha em bang li hêzên siyasî yên Kurdistanî dikin ku helwesteke cidî nîşan bidin li hemebrî her kesê ku dixwaze bi çarenûs û paşroja gelê me bilîze.
Em weke Partiya Yekîtiya Demokrat redkirina xwe ji siyaseta kar û lihevkirinê nû dikin û helwestên rûreş yên Meclisa Niştimanî ya Kurdî şermezar dikin. Careke din teqez dikin weke ku terîla mertalek bû ji gelê xwe re li Kobanê û Hewlêrê, Kerkûk, Mehabad û Amedê. Emê jî mertla bin ji gelê xwe re di berxwedana wan ya lehengî.
Îro roja parastina rûmet û hebûna me ye, ji ber vê yekê em bang li he çar parçeyên Kurdistanê dikin ku yek ref bin bi şervanên azadiyê re li pêşiya siyaseta xiyanet û tinekirinê.






