Sîpan Şînda
Di pergala mêtîngeriyê de her tim armancek heye, tinekirina neteweyên bindest û têkbirina hişmendiya takekesî û ya civakî. Ev mentalîteya mêtîngeran e û ew li gorî demê vê mentalîteyê nû dikin û guhertinan têxinê. Bingehê mentalîteya mêtîngeran ya li himberî bindestan ti caran nayê guhertin. Her çend li gorî desthilatdaran carna hinek rêbazên cuda tên bikarînin jî, lê belê di esasê xwe de armanc her ji holêrakirin û têkbirina bindestan e. Herweha li gorî demê jî, rêbazên xwe diguherînin û nûjen dikin.
Ev sed sal in mentalîteya komara tirkî ya li himberî Kurdan ev e. Bi pirranî rêbazên hişk û bi awayekî fîzîkî jiholêrakirin hatiye bikaranîn. Lê belê armanca mentalîteya pergalê her ew e ku netewa Kurd ji fîzîkî pirtir di warê giyanî û mejî de têkbirin e. Ji ber wê desthilatdariya îro bi awayekî gelekî pisporî û hovane êrîşî gelê Kurd dike. Ji aliyekî ve propagandaya “biratiya” derew dike, ji aliyê din ve ji êrîşî mejî, giyan, exlaq, hişmendî û nirxên netewa Kurd dike. Çi li girtîgehan, çi li meclîsê, çi li kolanan, çi li saziyên fermî, çi di medyayê de ev yek bi awayekî eşkere tê kirin. Her roj polîs û leşker bi seyareyên xwe didin ser zarokên Kurdan û wan dikujin. Evê jî weke qeza didin xuyakirin û dibêjin ‘mane her zarokên Kurdan in, hingî yek jê kêm bibe baş e’ û bixwe ji xwe re raporan girê didin û destên xwe dihejînin û diçin. Lê ev ne nêzîkbûneke ji rêzê ye û mirov nikare bêje ev derveyî mentalîteya pergalê û nêzîkbûna desthilatdariyê tê kirin. Ev temamî girêdayî wê ye. Mînak girtîgehên Tirkiyê bûne cihê ku civak tê trawmatîzekirin e. Her roj zarokên Kurdan di wan zîndanan de tên işkencekirin û termê wan derdikevin. Bi sedan kesên ku nexweşên giran in û nexweşiyên bê derman bi wan re heyîne xistine wan zîndanan û bi vî awayî civakê trawmatîze dikin. Berî çend rojan du xortên Kurd di girtîgehê de bi işkenceyê hatin kuştin. Pergalê weke her demê derewek ji kuştina wan re jî peyda kir. Lê ji wê bibore, derheqê kesên ku di medya dijîtal de behsa vê bûyerê kirine jî lêpirsîn li wan hatiye vekirin û gelek kes hatine girtin. Dozgerên pergalê gotine ev kesên henê zererê didine doza wan ya netewî! Lê rastiya vê ev e; ew kes Kurd bûn, ji ber wê mirin heq kiribûn û mirina wan her bi çi awayî be ne gelek girîng e. Ji ber wê divê ti kes behsa kuştina wan neke, kesê ku behsê bike jî sûcdar e.
Dîsa di hefteya borî de polîsekî li Şirnexê bi seyareya xwe bi zanebûn da ser xortekî Kurdê parêzer û birîndar kir. Gotiye ku “cin”an ji min re gotiye bide ser wî! Erê ew “cin” mentalîteya pergalê ye. Ew perwerdeya ku pergalê daye wan e. Pergalê tovê kîn, buxd û neyartiya li himberî Kurdan ewqasî zexim di binhişiya wan kesan de reşandî ye, êdî dar û ber jî diaxivin û dibêjine wan Kurdan bikujin! Ez nizanim hetanî niha çend zarokên Kurdan bi vî awayî hatine kuştin yan jî seqet kirine. Lêbelê ez dizanim ku hetanî niha kesek tinê jî ji wan qatilan nehatiye cezakirin. Heta ew kes di çavê pergalê de qehreman in. Dîsa çi li girtîgehan çi li derve polîs û leşkerên pergalê destê xwe tavêjin namûsa keç û jinên Kurdan. Lê heta niha ti kes ji wan nehatiye cezakirin. Û nayên cizakirin jî, lewre pergal wan bi vî awayî perwerde dike û dixwaze vîn, bîr û baweriya civakê qels bike û têk bibe. Divê gelê Kurd jî li gorî vê, zarokên xwe perwerde bike.






