Zekî Bedran
Erdoganê faşîst dîsa Mesrûr Barzanî vexwendiye Tirkiyê. Diyar e ku ev vexwendin û serdan ne ji xêrê re ne. Berî niha Nêçîrvan Barzanî jî vexwendibûn. Pişt re li Antalya hevdîtin kirin. Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî ji bo Konferansa Ewlekariyê ya Mûnîhê jî hatibûn vexendin û bi Hulusî Arar re hevdîtin kiribûn. H. Akar diyar kiribû ku hevdîtin baş derbas bûne û li ser PKKê û gerîla gotibû, nêrîna wan yek e. Erdogan jî gotibû, em ji PDKê û Barzaniyan memnûn in.
Rêveberên PKKê û fermandarên gerîla diyar kirin ku PDK nebe amûra dewleta tirkî û şerê ni nava Kurdan de naxwazin. Herwiha gotin, şerê nava Kurdan wê bibe felaketa wan û destketiyên wan tev bikevin xeterê. Rewşenbîr, hunermend, siyasetvan gelek derdorên civakê gazî PDKê kirin û xwestin xwe ji şerê navxweyî dûr bigire. Li hemberî van bangewazî û daxwaziyê ji malbata Barzanî û PDKê daxuyaniyeke erênî nehat. Şandina çekdaran ya ber bi herêmên gerîla ve û amadekariya şer domandin.
Li gorî agahiyan û amadekariya tê kirin, xuya dike ku wê dewleta tirkî dest bi êrişeke berfireh bike. Lê encama dixwaze nikare bi dest bixe. Di êrişên par de jî negihat armanca xwe. Ji ber wê ji PDKê dixwaze bi awayekî çalak tevlî şer bibe. Û li gorî agahiyan xuya dike ku wê PDK tevlî şer bibe. Tê gotin ku Barzaniyan soz daye dewleta tirkî ku wê tevlî şer bibe.ş
Dema dewleta tirkî êrişî Sûriyê kir, bi hezaran bi hezaran mirov ji DAIŞ`ê, El Nusra û komên din xistin nava şer. Li Sûriyê bi giranî mirovên ji Ereban kom kirîn xistin nava şer. Li başûrê Kurdistanê jî dixebite Kurdan bide pêş û pêşiya mirina leşkerên xwe bigire. Dixwaze ji her du aliyan jî cenazeyên Kurdan biçin. Dixwaze derbê li hêviya Kurdan ya yekîtiya neteweyî bide.
Sozên dewleta tirkî dayîn Barzaniyan ti qîmetê wan nîne. Heta ku wan li hemberî PKKê bi kar bîne wê PDK`ê û Barzaniyan qebûl bike. Eger PKK û gerîla tasfiye, yan jî lewaz bibin, dewleta tirkî ne PDKê qebûl dike ne jî hesabê wan dike. Wê bêje mûxateba min Bexda ye, hikumeta navendî ye. Bila başûrî referandûma 2017an bînin bîra xwe bes e. Li Sûriyê Kurd û Ereb bi hev dan kuştin û li ser felaketa wan dagîrkeriya xwe rûniştand. Li pey wê ye ku li Başûr jî Kurdan bi hev bide kuştin û serkeftinê bi dest bixe.
Li Tirkiyê aborî roxiyaye. Erdogan di her alî de teşhîr bûye û heta dawiyê ketiye nava sûc bêrêtiyê. Hilbijartin nêzîk dibe. Di rewşeke normal de şansê Erdogan yê serkeftinê nîne. Dixwaze bi bikaranîna PDKê derbê li Kurdan bide wisa biçe hilbijartinê. Li pey wê ye ku li ser xwîn û darîrkirina erdê Kurdan careke din bibe desthilatdar. Serkeftina Erdoran hem ji bo Tirkiyê, hem ji bo Kurdan tê wateya pirbûna felaketê. Divê PDK ji bo berjewendiyên malbata xwe yan jî ji bo partiya xwe Tirkiyê, Rojava û destkeftiyên Kurdan nexwe xeterê. Ev plana bêoxir tiştekî bi PDKê nade qezenckirin. Eger piraniya Kurdan derb li wan bikeve û tasfiye bibin, kesekî ku bi alîkariya PDKê ve biçe namîne.
Qada Erdogan ya tevgerê her ku diçe tengtir dibe. Weke berê nikare nakokiyên navbera Amerîka û Rûsya bi kar bîne. Ji dinyaya Ereban jî hat dûrxistin. Bi Amerîka û Ewropa re bipirsgirêk e. Bi şerê Ukrayna re dîtin ku bê Amerîka û Ewropa nikarin li ser piyan bimînin. Niha li hemberî Amerîka û NATO devê xwe xwar dikin. Êdî nikare bêje, ey Amerîka, ey Ewropa. Berê digotin emê fûzeyên S-400 yên me ji Rûsya girtîn bi kar bînin, niha deng ji wan dernakeve.
Di destê Erdoğan de niha Kurd mane. Çawa be dinya li Kurdan xwedî dernakeve. Eger weke Ukrayna li Kurdan xwedî derketana Erdoganê faşîst nikariya gavekê jî biavêje. Tersê wî her tim desteka Amerîka û NATO distîne. Bi sedê salan e gelê Kurd di binê qirkirinê de ye. Eger desteka Amerîka û NATO nebûya ev polîtîka nedimeşiya. Divê dinyaya Rojava nebe şirîka komkujî û sûcên li hemberî Kurdan. PDK jî divê nebe amûra van lîstikên bixwîn. Divê Ereb, Kurd, Tirk, Asûrî û gelên din li hemberî dagîrker û mêtingeran bi hev re têbikoşin û di daxwaziyên xwe yên demokrasî û azadiyê de bi israr bin.






