Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PDK ji şerê bi PKK`ê re ditirse!

21/04/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
PDK ji şerê bi PKK`ê re ditirse!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK`ê di dawiya meha Adarê de bi daxuyaniyekê aşkere kir ku dewleta tirkî û PDK amadekariya êrişa ser herêmên gêrîla yên başûrê Kurdistanê dikin. KCK`ê da zanîn ku li gorî agahiyên girtîn wê êriş 15`ê nîsanê pêk bihata. Piştî daxuyaniyê ajansa nûçeyan ANF`ê jî li ser zimanê çavkaniyên herêmî, plana êrişê piştrast kir û hin hûrgiliyên wê eşkere kirin. Li gorî plana wan wê vê carê êrişa di aliyê bejayî de pêk bihata û yekser çekdarên PDK`ê serkêşiya êrişê bikiran. Bi van daxuyaniyan plana dewleta tirkç û PDK`ê hat eşkerekirin. Niha jî piştî serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Tirkiyê û hevdîtina bi Erdogan re diyar dike plana xwe guhertine û wê bi rêbazeke din êriş bikin.

Balkêş e ku serdana Mesûr Barzanî piştî serdana Erdogan û Wezîr Parastinê yê tewleta tirkî Hulusî Akar ya xeta sinor û Geverê, pêk hatiye. Ev jî diyar dike ku dewleta tirkî amadekariya xwe ji bo êrişeke nû temam kiriye. Lê di serdana Mesrûr Barzanî û hevdîtina wî bi Erdogan re hin xalan diyar dike. Her çendî ragihandina PDK`ê dibêje serdana Mesrûr Barzanî bi armanca nîqaşkirina mijara gaza xwezayî ya başûrê Kurdistanê ye, lê ji rêbaza rûniştinê û heta sîstema civînê diyar e ku Erdgoan, Mesûr Barzanî biriye ku fermanê bide wan û erkê wan di planê de diyar bike.

Erdogan her çendî şandeyên PDK`ê piçûk dibîne, lê vê carê di protokolê de qet weke şandeya herêmeke federal pêşwazî nekiriye. Erdogan bi vê jî dixwaze ji PDK`ê re bêje hûnû li gorî min tev bigerin û vê carê bixwe bikevin şerê li dijî PKKê. Di nerîna min de rayedarên PDK`ê bixwe jî baş dizanin wê di şerekî muhtemel yê li dijî gêrîlayan de winda bikin. Dibînin ka dewleta Tirkan li hemberî gêrîlayên demê çi derban dixwin, îcar wê çekdarên wan çawa karibin li ber xwe bidin. Ji ber wê xuya ye rayedarên PDK`ê li ber Erdogan xwe didin vir û wir. Dixwazin ketina wan ya şer ne bi awayekî berfireh be. Lewra baş dizanin çekdarên wan berê li Şingal û Kerkûk û herêmên din şer nekirine. Niha jî wê nikaribin li hemberî gêrîlayan li ber xwe bidin.

Xuya ye Erdogan jî bi vê êiçûkxistina Mesrûr Barzanî di dema pêşwazîkirinê de ferman dayiyê û jê re gotiye, divê hûn bikevin şer. Di nerîna min de berî niha ew agahiyên gihiştîn ANFê ku wê êrişek pêk were, bi destê rayedarên PDK`ê ye. Lewra naxwazin yekser wekî tirk dibêjin, bikevin şer. Ne ku welatparêz in û dilê wan li ser başûrê Kurdistanê ye, ji ber li baş dizanin wê nikaribin beramberî gêrîla şer bikin. Di heman demê de wê şerê wan yê li hemberî gêrîla di warê siyasî de jî zirareke mezin bide wan. Bi taybetî ji ber nakokiyên wan yên bi partiyên din yên Başûr re û di heman demê de nakokiyên wan yên di li ser asta Iraqê tê zanîn. Îcar wê di rojên pêş de xuya bibe ka wê rola PDK`ê di êrişa muhtemel de li gorî xwesteka Erdogan be, yan wê PDK bi bê dengiya xwe û dayîna agahiyên istxbaratî dewleta Tirkam razî bike. Ev jî niha dema Artêşa Tirkam ciwanên Kurd ji Başûr winda dike û PDL naxwaze mijarê bibîne rastiyan nîşan dide. PDK bi vê, peyama tu çi dikî bike û emê bi her awayî alîkariya we bikin, dide dewleta tirkî. Dewleta tirkî jî êdî van alîkariyan bes nabîne, dixwaze ew bixwe bikevin nava şer.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.