Dewleta Tirkan ya dagîrker, li dijî Kurdan qirkirina siyasî li Amedê da destpêkirin û 66 kes destgîr kirin.
Li gorî agahiyên ji ajansa Mezopotemya, li Amedê dewleta Tirk a dagirker di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 66 kes girtin. Di nava wan de rojnamevan jî hene.
Di çarçoveya lêpirsîneke serdozgeriya dagirker li Amedê de serê sibeha 15´ê Nîsanê destpê operesyona qirkirinê hati ye kirin.
Li gorî heman çavkaniyê, lêpirsînê bi hinceta Newrozê hatiye kirin, ji bo 105 kesan biryara girtinê hatiye dayîn. Ji van 105 kesan, hêzên dagirkeriya dewleta Tirk 66 kesan xistin nezaretê.
Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûn Kadrî Esen û rojnamevan Alî Koçer jî di nava kesên girtî de ne.
Ji 66 kesên di nezaretê de navê 57 kesên hat zanîn:
“Abdûlvasih Çelik, Arzû Orûç, Bahar Avci, Bunyamin Yilmaz, Cihat Turkekûl, Davût Kûrt, Delal Aslan, Deniz Aksin, Dilara Donmuş, Dogan Tarhan, Ethem Tokak, Farûk Azarkan , Ferhat Diri, Haliya Çelikkiliç, Hamza Aktaş, Hasan Çelik, Huseyin Çapli, Îbrahim Polat, Înanç Mûtlû, Kadri Esen, Kemal Guzel, Kerem Uçak, Kûdret Varli, Leyla Çakil, Leyla Ersoz, Leyla Varli, Mehmet Ali Yuce, Mehmet Çadirci, Mehmet Ekinci, Mehmet Kiliç, Mehmet Şaban Karakaş, Mehmet Şah Pinar, Mehmet Yilmaz, Mir Ali Koçer, Mehmet Fûrkan Çankara, Mûrat Çetin, Mûrat Kiliç, Mûstafa Adanir, Naşide Polat, Nûjiyan Baysal, Orhan Ekin, Ramazan Îz, Ramazan Ozgezici, Rozalin Acar, Serdal Karataş, Serhad Şan, Sevim Kahramaner, Suleyman Can, Şahin Guzel, Şivan Ayazgul, Yakûp Serhat, Yildiz Okta,Ulaş Yarar, Yilmaz Yavûz, Yûnûs Yûnca.”
Hêjayî bîraninê ye ku, hêzên dewleta Tirk 12’ê Nîsanê jî di bin navê “Lêpirsîna Kobanê” de li 13 bajaran avêtibûn ser mal û avahiyên endamên HDP’ê û bi dehan kes kiribûn nezaretê. Avahiya HDP’ê ya navçeya Cizîrê jî ji aliyê polîsan ve hatibû wêrankirin.
Çavkanî: MA






