Faruk Sakik
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê 26’ê Adara 2022’yan bi daxuyaniyekê ragihand ku wê dewleta Tirkan ya dagîrker bi hevkariya PDK’ê êrişekê li dijî başûrê Kurdistanê pêk bîne.
KCK’ê dema dîtibû PDK hêzên xwe sewqî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike ev daxuyanî dabû. Her sal di destpêka biharê de em vê liv û tevgerê dibînin. Û her sal li hemberî tevgerên dawî yên hêzên PDK’ê gelê Kurdistanê, siyasetmedar, rewşenbîr û tevgerên jinan bertek nîşan didan lê PDK’ê ji helwesta xwe gavek paş ve nedavêt.
Dema KCK’ê ev daxuyanî da, rojek du roj di rojevê de ma û hat jibîrkirin. Û di nava Kurdan de xemsariya ku wek nexweşî ye dîsa dest pê kir.
Dîsa bihar e û dîsa hewldanên êrişa dewleta Tirkan ya dagîrker ya ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bêsekin dewam dikin.
Hedefa yekê ya dewleta Tirkan bi hemû hêza xwe hewl dide ku gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê dagîr bike. Lê wek di sala 2021’an de jî me dît, her tim li hemberî berxwedana lehengî ya gerîlayan têk diçe.
Piştî van têkçûnan hin hedefên nû wek Rojava, Mexmûr û Şongal dide pêş xwe.
Herî dawî, dewleta Tirkan hewl dide sûdê ji nakokiyên şerê li Ukraynayê bigire û vê fersendê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne.
Şerê li Ukraynayê bandoreke mezin li Şerê Sûriyê jî dike. Ji ber van sedeman Tirkiye bi rejima Şamê re ketiye nav danûsandinan. Di van rojên dawî de gelek desteyên Tirkiyê li Şamê û li hin navendên din bi îstixbarata Sûriyê re di nav danûsandinan de ne.
Herî dawî di 13’ê Nîsanê de nivîskarê rojnameya Cûmhurriyet Mustafa Balbay di nivîsa xwe de digot; li Enqerê li Qesra Erdogan ji bo lihevhatina bi Sûriyê re amadekariyek heye. Dîrek destpêkirina têkiliyên ku 10 sal in qût bûne ne hêsan e di rojek de ji nû de dest pê bikin. Ji bo vê yekê formulek hat dîtin, wê bi têkiliyên mirovî-însanî dest pê bikin. Balbay, roja cejna Remezanê jî wek ihtîmala roja destpêkirina têkiliyan destnîşan dike.
Di hevdîtinên navbera her du aliyan de, ji bo ku di siyasetê de vegerin kodên xwe yê berê, dewleta Tirkan yek şertî dide pêş Şamê; bidawîanîna rêveberiya xweser a Bakûr-Rojhilatê Sûriyê.
Di demek wiha de, ji 13`ê Adarê ve li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç û ambargoyek dest pê kir. Ev ne tesaduf e. Ev ambargo bi pêşketinên demê re girêdayîne.
Eniyek din jî, îzolekirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Hikumeta Mistefa Kazimî bi hevkariya PDK`ê ji meha adarê ve di navbera Şingal û Rojava de dest bi lêkirina dîwar kir. Bi lêkirina dîwar dixwazin gelê herêmê ji hev qut bikin. Ev hewldan jî li ser daxwaza dewleta Tirk a peymana Baxdayê ye.
Em vegerin destpêkê û nexweşiya xemsariyê. Her wek herkes li bendê be ka wê çi biqewime. Ji niha de tu midaxleyek nayê kirin da ku pêşî li vê metirsiyê bigirin. Hin tişt hene ji îro de neyên kirin wê bibin sedemên ziyanên mezin.
Ew înîsiyatîfên sala par ji hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar û ji gelek beşên civakê hatibûn avakirin dive demildest bikevin nav tevgerê. Bilêtên xwe yên çûyina Hewlêrê diviya piştî daxuyaniya KCK’ê rezervasyon kiribûna. Hespê xwe zîn kiribûna û birêketibûna. Weke gelek caran mixabin pir û pir dereng man. Hin kes ji niha ve resmê kevokek guliyê zeytûnê di dev de ku aştiyê sembol dike, çêdikin da ku piştî şer destpêkir, ew jî dakevin qadan û aştiyê biqêrin. Eybe.. Heger şer dest pê bike û yek gerîla jî şehîd bikeve em ê çawa li rûyê hev binêrin. Ev ‘nexweşiya xemsariyê’ şermek pir mezin e.






